Daristanên xwezayî yên Herêma Kurdistanê mîna siha mirovane, hertim hewayek paqij û jîngehek paqij dide. Lê di nava 8 salên derbasbûyî de zêdetirî 1 milyon û 300 hezar donim daristan, pûş û pawanên Herêma Kurdistanê şewitîne yan jî hatine xerakirin.
Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 2 milyon 327 hezar donim daristanên xwezayî û 35 hezar donim daristanên bi dest hatin çandin li Herêma Kurdistanê hene. Lê ji ber sedem û şêwazên cûda cûda nîva van daristanan hatine tinekirin.
Li gorî bîlançoya polîsên daristanê, tenê di sala 2020’an de li sinorê parêzgeha Silêmanî, Helebce û îdareya Germiyanê zêdetirî 77 hezar donim daristan, pûş û pawan şewitîne. Li gorî vê; Silêmanî 50 hezar donim, Helebce 25 hezar 174 donim û Germiyan jî 854 donim şewitîne.
Ji bilî wan, li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, di nava 8 salên derbasbûyî de 1 milyon 300 hezar û 873 donim daristan û pawan li Herêma Kurdistanê şewitîne. Ev hejmar dike nîva rûberê daristanên Herêma Kurdistanê.
Daristanên Herêma Kurdistanê çima xera dibin?
Rêxistinên jîngehê çend sedemek ji bo xerabûna daristanên Herêma Kurdistanê nîşan didin. Li gorî gotina Hevserokê Rêxistina Siruştî Kurdistan Serwer Qeredaxî, şewitîna daristanên Herêma Kurdistanê ji ber van sedemane;

Yekem: Di demsala Havînê de gelek caran bi zanebûn gelek caran jî bêy zanebûn agir bi daristanên tê xistin. Ji ber van şewatan rûberek zêde yê daristanan tine dibin.
Duwem: Di demsala Zivistanê de ji ber belavnekirina neftê û nebûna elektrîkê, welatî ji bo xwe germ bikin, serî li birîna daran didin.
Sêyem: Gelek caran artêşa Tirk û Îranê bi zanebûn ji bo jîngeha Herêma Kurdistanê xerakin û rêjeya şînkatiyê kêm bibe, agir bi daristanên Herêma Kurdistanê dixin.
Çarem: Bombebarana dewleta Tirk a li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê. Li gorî amarên Rêxistina SPT ya navnetewî, ji ber bombebaranên dewleta Tirk ji sedî 75 ta ji sedî 80’yê rûberê daristan û pawanên deverên sinorî şewitîne.
Pêncem: Nebûna hişyariya li ser parastina jîngehê, ceza nekirina kesên ziyan didin daristanan, ne parastina daristanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û xemsariya di vemirandina şewatê de.
Şeşem: Guhertina zeviyên daristan ji bo çandiniyê û birîna daran.
Şewata daristanên Herêma Kurdistanê bandorek mezin li pey xwe de hêlaye. Bi taybetî jî bûye sedema kêmbûna rêjeya şînkatiya Herêma Kurdistanê. Li gorî amarên Desteya Jîngeha Herêmê, Rûberê giştî yê şînkatiya Herêma Kurdistanê dike ji sedî 12.4. Lê li gorî rêjeya standart a cihanê divê rêjeya şînkatiya her welatek ji sedî 15 ne kêmtir be.
Bandorên tinebûna daristanan çi ne?
Hevserokê Rêxistina Siruşta Kurdistanê Serwer Qeredaxî, bandora tinebûna daristanan a li ser zevî û avhewayê Herêma Kurdistanê bi van xalan rêzkir;
Yekem: Bûyerên tozbarînê zêde dibin ku sedema sereke ya tozbarînê kêmaniya daristan û şînkatiyê ye.
Duwem: Pileyên germahiyê zêde dibin.
Sêyem: Rêjeya baran barînê kêm dibe.
Çarem: Bi xwere çolbûn çêdike, bi taybetî jî herêma Germiyan.
Parlementoya Herêma Kurdistanê du yasayên taybet ji bo parastina daristan û avakirina jîngeha Herêma Kurdistanê hene. Ji bilî van yasayan jî Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê ji bo parastina jîngeha Herêmê çend rênmayek derxistiye. Li gorî van yasayan her kesek bibe sedema ziyan gihandina daristan û şînkatiyê divê were cezakirin. Lê têbîniyên rêxistinên jîngehê li ser bicihanîna yasayan hene.
Hevserokê Rêxistina Siruşta Kurdistanê Serwer Qeredaxî got; “Gelek caran kesên ku dibin sedemê xerabûna jîngehê nayên dadgeh kirin. Gelek caran jî kesên tên dadgeh kirin, cezayek gelek kêm bi wan tê dayîn. Ji bona wê divê dadgehek taybet ji bo parastina jîngehê were avakirin.”
(kş)