Mirov ji dîtina Sûlava Kolekol têr nabe

Herêma Balekayetî xwedî gelek kaniyên avê, çem û sûlavên bêhempa yên xwedî dîmenekî xweşik in. Mînakên wan li Herêma Kurdistanê kêm in. Kolekol yek ji sûlava xweşik û efsûnî ya li herêmê ye ku mirov ji dîtin û temaşekirina wê têr nabe.


Li herêma Balekayetî sûlava Kanîbest li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi dirêjiya xwe ya 34 metre sûlava herî bilind e. Piştî wê Sûlava Kolekol e ku ew jî 30 metre bilind e. Sûlava Kolekol li gundê Dêlzey ê girêdayî bajaroka Çoman a Hewlêrê ye. Sûlava Kolekol bûye yek ji cihê serdana geştyaran, bi xweşî û bedewbûna xwe ya efsûnî bal dikişîne.

Sûlava Kolekol, sûlaveke ku 4 demsalan av jê tê xwarê. Bilindbûna wê ku bi qasî 30 metre ye, li pey wê çend sûlavên din ên biçûk tên û ew jî di çiyê re ava xwe berdidin xwarê. Lewma bi zaravayê niştecihên herêmê navê wê bûye “kol kol” ango “mil mil” û paşê ev nav bûye kolekol.

Li derdora sûlavê gul û kulîlkên bedew, şînahiya bêhempa yek ji faktorên din a xweşikiya wê ye. Lê belê ji ber rêya mirov xwe bigihîne zehmet e, geştyar heta ber bi sûlavê vê hildikişin pir diwestin.

‘Em pir kêfxweş bûn’

Geştyar Sebar Star ê bi komek hevalên xwe re ji bo dîtina dîmenê xweşik hatiye serdana sûlava Kolekol nêrînên wiha bi Rojnews re parve kir: “Em ji bo dîtina xweşik û bedew a sûlava Kolekol hatin vir. Bi rastî xwezayeke pir xweşik e. Em pir kêfxweş bûn.”

Sebar axaftina xwe wiha domand: “Ez daxwaz li geştyaran dikim ku ew jî serdana wir bikin û wekî me kêfxweş bibin.”

Têkildarî tinebûna rê jî Sebar got: “Eger hikûmet li vir ji bo rê û xizmetguzariya sûlavê bixebite, wê gelek geştyar bên vir. Ji bo aboriya vê deverê û Herêma Kurdistanê jî wê bibe çavkaniyeke baş.”

(yş)