‘Parastina jîngehê asta têgihiştina mirov diyar dike’

Çarşem, 11 Berfanbar 2019 – 16:58  SILÊMANIYÊ/ROJNEWS

‘Parastina jîngehê asta têgihiştina mirov diyar dike’

Rêxistina Mileke ji bo parastina jingehê ji ber qutkirin û  şewitandina daran çalakiyek li dar xist.


Li parka Nalîn a bajarê Silêmaniyê çalakiyeke li dijî qutkirin û şewitandina darên Silêmaniyê hate lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Rêxistina Mileke ji bo Parastina Jingehê pêk hat, gelek kes beşdar bûn.

Di çalakiyê de pankartên wekî “Nasnameya me, parastina jîngeh  asta têgihiştina mirov diyar dike, eger sirûşt ji dest biçe tu nikarî dîsa paşde vegerînî, eger jiyana daristanan têk biçe  jiyana me  jî têk  diçe” hatin vekirin.

https://youtu.be/JpNUJxdjhE0″>

Di çalakiyê de têkildarî mijara jîngehparêziyê endamê Rêxistina Mileke îdrîs  Mihemed  daxuyaniya  çapemeniyê da û sê xal diyar kir.

‘Daristan di nav metirsiyeke mezin de ne’

Îdrîs Mihemed di destpêkê  da bal kişand girîngiya siruşt a ji bo mirovahiyê  û  wiha  domand: “Hûn hemû  baş vê  rastîyê  dizanin cihêkî girîng a  jîngehê  di nasname û dîroka me de heye. Lê heyf û bi hezaran heyf ku daristan di nav metirsiyeke mezin de ne.”

Îdrîs Mihemed di  daxuyaniyê de behsa rola hikûmetê jî kir û diyar kir Hikûmeta ji bo çavderî  û parastina  jîngehê tişta dikeve ser milê  wê nake  û ev jî dibe sedema ku ziyanên mezin bigihêjin jîngehê.

Îdris Mihemed wiha  berdewam kir: “Agirê salane yên daristan yek ji wan karan e ku wêrankariyeke mezin li  ser sûrişt  ava bibe û bi  mîlyonan giya û  zindî  zirar dibinin. Tenê îsal  di sînorê  parezgeha Silêmaniyê de 250 hezar donim zêdetir daristan  şewitiye. Mirov dikare navê  vê  bike jenosîda  sirûşt.”

‘Divê hikûmet sotemeniyê dabîn bike’

Îdrîs Mihemed  ji bo xalê duyem jî wiha got: “Bi taybetî bi birîn û jiholêrakirina daristanan wek zewî û çandiniya şûna niştecihbûyînê, bax û çend şûnên dîtir ziyan gihandiye bi deh hezaran daran. Mînak Sitek û Pêncewîn, Mêrgepan  û bi dehan cihên din  li berçavên hemûyan e.  Guherandina rêgeza daristanan  ziyaneke mezin e. Di dîmenê sirûştî, jîngeh û  hevsengiya  têkbirina hevsengiya sîstema  jîngeh  e. Daxwaza me ji  Parlamento û Wezareta çandiniyê ew e ku di demek herî nêz de vê  mijarê çareser bikin.”

Îdrîs Mihemed der barê xala dawî ya sêyemîn jî wiha  got: “Mijarek din bi mebesta xwe germkirinê birîna daran e. Ji ber nebûna sotemeniyê darên daristanan tên birîn. Lê belê dema dikarin bi rêbazekî ku zirarek negihijê jîngeh sûdê jê bigrin. Dibe ku ev yek bibe sedema nûbûnekê. Lê mixabin şêwazê sûdwergirtina ji jîngehê ji bo sotemeniyê bi tendûrist nîne. Lewra erka hikûmetê ew e  ji bo gel sotemeniyê  dabîn bike û her wiha dikare şêwazê sûd girtina ji daristan rêxistin bike. Di dawiyê  de erka hikûmet, zanîngeh û rêxistinan e di demeke nêz de konferans û nexşerêya parastina daristanan rêxistin bike. Erka medya, zanyarên dînî û navendên xwendinê ji bo hişyarkirina civakê rolekî girîng bidin ser milê xwe.”

(to)

 

 

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist