Parlamenterê Iraqê: Tirkiye peymana avê ya bi Iraqê re pêk nayîne

Çarşem, 17 Avrêl 2019 – 07:33  BEXDA / ROJNEWS

 Parlamenterê Iraqê: Tirkiye peymana avê ya bi Iraqê re pêk nayîne

Parlamenter û Endanê Lijneya Tendirustî û Jîngehê ya Parlamentoya Iraqê  Faris Birîfkanî eşkere kir ku Tirkiyeyê ava pêwîst ji bo Iraqê neberdaye û heta niha Tirkiyeyê peymana avê ya li gel Iraqê pêk neaniye. Birîfkanî got ku eger wiha be wê di havîna îsal de ji bo hinek bajaran pirsgirêka avê çêbibe.


Parlamenter û Endanê Lijneya Tendirustî û Jîngehê ya Parlamentoya Iraqê  Faris Birîfkanî li ser pirsgirêka avê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku Tirkiye û Iraqê lihevkirine ku ji sedê 75’ê avê ji bo Iraqê berdin û ji sedê 25 jî j bo bendava Iyisu biçe, lê niha ev rêje ji bo Iraqê nayê berdan.

Faris Birîfkanî eşkere kir ku ji bo çasererkirina pirsgirekê divê lijneyek ji Wezareta Derve, Wezereta Tendirustî û Wezareta Jîngehê bê avakirin û dubare peymanê li ber çavan re derbas bikin.

Parlamenter û Endanê Lijneya Tendirustî û Jîngehê ya Parlamentoya Iraqê  Faris Birîfkanî şiyariya ku wê li havîna îsal de li jêra Iraqê nexweşî û mêş belav bibin da û got; “Ji ber ku Iraq welakî ziraetê ye, pêwîstî bi ava zêdetir heye. Lewma dibe ku di peşrojê de ji bo pirsgirêka kêmaviyê derkeve.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist