Parvenekirina neftê dibe sedema wêrankirina daristanan

Li Herêma Kurdistanê hîn neft ji bo welatiyan nehatiye dayîn, ev jî dibe sedem ku ji ber demsala zivistanê û sarmayê welatî neçar  bibin ku daran bi kar bînin. Ev jî dibe sedem ku daristan werin wêrankirin. Welatiyên Çoman jî ji bo xwe germ kirinê dest bi bîrana daran kirine.


Li Herêma Kurdistanê di semsala zivistanê de ji bo xwe germkirinê neft tê bikaranîn. Neft jî ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn, lê nehata niha li gelek bajar û navçeyan neft nehatiye parvekirin. Ev jî dibe sedem ku welatî daran birbirin.

Li herêma bajarokê Simîlan a ser bi navçeya Çoman a Hewlêrê jî heta niha nefta salene tê dayîn nehatiye parvekirin. Welatiyên bajarok û gundên wê dest bi birîna daran kirine.

Çoman herêmekî bi çiyayî ye û befir lê dibare. Yek ji herêmên herî sar ên Herêma Kurdistanê ye. Herî zû li vê herêmê serma tê û dereng temam dibe. Lewma divê ji destpêka zivistanê neft were parvekirin.

Lê, tişta herî fikaran çêdike, li vê herêma wêrankirin û qirkirina daristanan û birîna darên tere. Welatiyê bi navê Hemîd Rustî yê ji gundê Rustî diyar kir ku heta ku welatiyên darên li goristanan jî ku cihên pîroze û heta niha kesekê dest nedabûn jî birîne

 Hemîd Rustî li ser mijarê wiha got; "Li herêmê welatî daran dibîrin. Sermayekî zêde heye. Neft jî nîne ku ji bo xwe germkirinê bi kar bînin."

Li devera Çoman li şûna sê mehan, welatî 6 mehan sopeyê bi kar tînin. Lewma welatiyên deverê diyar dikin ku li şûna bermîlek neft salene pêwîstiya wan bi 4 bermîl neft heye. Lewma dayîna yek bermîlê tenê birîna daran kêm dike, ne dest jê berdana birîna daran.

Rêveberê bajaroka Simîlan Feysel Alanî li ser mijarê wiha got; "Ji bo parvekirina neftê pere ji welatiyan hatiye standin. Lê, heta niha neft nehatiya dayîn. Emê hewl bidin ku di demek nêzîk de bistînin û parve bikin."

Welatiyên deverê dixwazin nefta salane tê dayîn were zêdekirin, li ser vê daxwaza welatiyan, Feysel Alanî got ku wan ev daxwaz çend caran pêşkêşî radeyarên peywendîdar kirine lê, ti bersiv nedane.

Feysel Alanî têkildarî birîna daran ku bûye diyarde wiha got; "Me birîna daran qexekiriye. Lê xelk bi veşartî dikin. Berê pêşmergeyên jîngehê li deverê hebûn. Pêşî li birîna daran û nêçîrvaniyê digirtin. Lê, ji ber şerê DAIŞ'ê çûn eniyên şer  û neheta niha nevegeriya ne. Lewma em neçarin vê valehiyê bi polîs û asayîşê tejî bikin."

(ab)