Pêngava paqijkirina kuliyan hate destpêkirin

image_print

Duşem, 13 Avrêl 2020 – 14:51  HELEBCE/ROJNEWS

Pêngava paqijkirina kuliyan hate destpêkirin

Li Helebceyê bi hatina werza biharê re, kulî jî zêde bûne. Kulî ziyanek mezin digihînin bax û baxçeyê welatiyên herêmê. Ji bo paqijkirina kuliyan pêngavek dermankirinê hate destpêkirin.


Rêveberiya çandiniyê ya Helebceyê li gundê Belxe a Hewramanê pêngavek dermankirinê da destpêkirin. Tê payîn pêngav li 40 gundên herêmê di nava 30 rojan de bi dawî bibe.

Rêveberê çandiniyê a parêzgeha Helebceyê Star Mehmud li ser pêngava paqijiya kuliyan ji Rojnews re axivî û got; “Pêngava me ji bo paqijkirina kuliyane. Wezareta Çandiniyê 100 milyon dînar ji bo pêngava veqetetandiye. Niha tam dema paqijkirina kuliyane. Ji ber ku salane ziyanek mezin digihînin bax û baxçeyên gundiyan.”

Star Mehmud balkêşa ser bandora vîrûsa Korona ya li ser çandiniya li herêmê û got; “Korona bandorek mezin li ser beşa çandiniyê kir. Ji roja destpêkê heya niha me 900 caran destûr daye cotyaran da ku bikevin nava baxçeyên xwe û karên xwe birêve bibin.”

 

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist