Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareserîyê-2

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Pîşesaziyê weke çekeke di destê hêzên sermayedar de li dijî civakê û xwezayê têbikaranîn dinirxîne û balê dikişîne ser metirsiyên ku çavkaniya xwe ji pîşesaziya di destê sermayedaran de digire. Ocalan dibêje, eger pîşesazî di rêya civaka exlaqî û polîtîk de were bikaranîn, dikare xizmetê ji civakê re bike û guhertinên mezin pêkbîne.


PÎŞESAZÎ

Di roja me ya îro de pirsgirêkên ekolojiyê yên rû didin, serdema pîşesaziyê û bêsînorbûna wê jî xistiye ber lêpirsînê. Herçend pîşesazî berhemeke herî qedîm a civakê ye jî ji ber di roja îro de ketiye bin kontrola sîstema sermayedar li dijî civakê û xwezayê weke çekeke xeternak tê bikaranîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pîşesaziyê weke berhemeke pîroz a aqlê mirov pênase dike û dibêje, ji felaketên rû didin em nikarin bi tena serê xwe pîşesaziyê berpirsyar bigirin û dibêje, “Pîşesazî bi tena serê xwe notr e.” Lê Ocalan dibêje, ji ber sîstema sermayedar li ser esasê qezenca zêde pîşesaziyê bêsînor bikartîne hiştiye ku xweza û civak têk biçe û weke yek ji sedema sereke ya pirsgirêkên jîngehê bi nav dike. Ocalan li gel rexneyên li Endûstriyalîzmê, şêwazê rast bikaranîna wê jî nîşan dide û îşaret bi xalên balkêş dike.

Ocalan di parêznameya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de ciheke berfireh ji pirsgirêkên civakê ya pîşesaziyê û çareseriya wê re veqetandiye. Me xwest rexne û pêşniyarên Ocalan ên derbarê mijarê de berhev bikin û bi were parve bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girîngiya şoreşa pîşesaziyê (endûstrî) ya ji bo mirovahiyê wiha rave dike; “Şoreşa îndustriyê ya bi qasî şoreşa cotkariyê girîngiya xwe heye, li ser bingehê daneheveke hezarê salan, ji dawiya sedsala 18. ve heta bi sedsala 19. ve ji aliyê naverokê ve gelekî pêş dikeve, gotin li cih be xwe ji qonaxekê diqevizîne qonaxeke gelekî li pêş û heta roja me ya îro meşa xwe geh li jêr û geh li jor dewam dike. Pêşbîniya wê nayê kirin ku wê li ku, kengî û çawa were rawestandin. Ev şoreş xwedî xisletên welê ye, mîna ya aqlê analîtîk be, mîna aqlê analîtîk benda li pêşiya xwe biteqîne û bê, jixwe berhemeke aqlê analîtîk e.”

‘Endûstrî eger rast bikar neyê mîna nûkleerê xeternak e’

Ocalan diyar dike pîşesazî niha sedî sed ketiye bin kontrola sermayayê de û ev tişt dibêje; “Bêguman sermaye bi xwe bi pirranî mûcîdê amûrên îndustriyal nîne. Lê ji bo wan bike amûrê sermayeyê timî bi lezgînî li ser wan rawestiya ye, yên pêdivî bi wan dîtiye kiriye milkê xwe. Bi lez, li pey hev û erzan hilberîn ji bo civakê îmkanekî mezin ê pêşketinê ye. Mîna aqil îndustrî jî di xizmeta civakê de bi nirx e. Pirsgirêk di îndustriyê bi xwe de nîne, di şêwazê bi karanîna wê de ye. Îndustrî mîna îmkana nukleerî ye. Dema ku ji bo berjewendiyên yekdestdaran were bi karanîn, dikare bibe amûrekî welê bi tehlûke dikare ji felaketan heta bi şeran gefan li jiyanê bixwe.”

‘Pîşesazî bi tena serê xwe îmkaneke notr e’

Weke di jor de jî hatiye destnîşankirin Ocalan pîşesaziyê bi tena serê xwe xirab nabîne û wiha dibêje; “Li ser rewşa îro ya hawîrdorê fikra hevpar ew e ku bi tenê civak ne, jiyana ruhber û zindiyan hemûyan di tehlûkê de ye. Ez divê bi girîngî destnîşan bikim ku ji vê rêveçûnê diyardeya îndustriyê bi tena serê wê berpirsiyar îlankirin bi temamî berevajîkirina rastiyê ye. Îndustrî bi serê xwe îmkaneke nutr e. Îndustriyeke bi sedemên hebûna civakê re bûyî yek, ji sedî sed dinyayê ji bo mirovan heta ji bo tevahiya jiyanan dike bike Xwezaya Sêyemîn û di vê de rola diyarker rabe. Potansiyeleke xwe ya bi vî rengî heye. Eger wisa bibe, divê mirov îndustriyê jî pîroz bike. Lê eger bi giranî bikeve kontrola kar-sermayeyê, dikare dinyayê ji bilî misteke yekdestdarî li tevahiya mirovatiyê bike cehennem. Jixwe di roja me ya îro de rêveçûn jî hinekî ber bi vî alî ve diçe. Weke yekdestdariya îndustriyel li ser civakê împaratoriyên rastî ava kirine. Bi tenê li beramberî hegemondariya super DYE’yê bi dehan hegemondarên îndustriyel hene. Hegemondarên eskerî-siyasî bêne rawestandin jî hegemondarên îndustriyel rawestandin hêsan nîne. Ji ber ku ew jî êdî global bûne. Eger welatek weke navend ji wan re teng bê, yekser mekanekî din, welatên nû dikarin ji xwe re bikin navend. Ma kî dizane împaratoriyeke îndustriyê ya DYE’yê sibe Çînê ji xwe re navend hilnebijêre?”

‘Pîşesazî li kevçika dilê cotkariyê xistiye’

Ocalan diyar dike bêsînor pêşketina pîşesaziyê derbeyeke mezin li cotkariyê xistiye û bûye sedema bêkariyeke zêde û wiha pêde diçe; “Îndustriyalîzmê li kevçîka dilê cotkariyê xistiye. Cotkariya hêmanê bingehîn ê civaka mirov û amûrê hebûna wî ye, li hemberî îndustriyê hildiweşe. Ev xebata pîroz a panzdeh hezar salan mirovatî li ser piyan girtiye, îro di halê xwe de hatiye hiştin. Tê amadekirin ku ji bo ji serweriya îndustriyê re were hiştin. Îndustriya di bin fermana kar-sermayeyê de ketina wê ya cotkariyê, weke yeqîn tê kirin, rê li hilberîna bi lez û berdar venake. Bi lîstina genan wê axê bixin rewşa dayikeke bi rêya sûnnî avê tê hiştin ango wê bi rêya yekdestdariya îndustriyê ji axê ber bigirin. Çawa ku bi spermeke xerîb ducanbûneke bi tenduristî û dayiktî mumkîn nîne, bi tovên bi genên wan hatine lîstin jî ji axê ber nayê girtin, dayiktiyeke baş a zeviyan pêk nayê. Yekdestdariyên îndustriyê di warê cotkariyê de xwe ji vê dînîtiyê re amade dikin. Dîroka mirovatiyê belkî jî dijşoreşa herî mezin di cotkariyê de bibîne, heta destpêkiriye dibîne jî. Erd, ax û cotkarî bi tenê têkilî û amûrên ji rêzê yên hilberînê nînin; perçeyên hebûnê yên ji civakê nabin û bi wan nayên lîstin. Civaka mirov bi giranî li ser ax û cotkariyê ava bûye. Qutkirina civakê ji van mekanan û hilberînê, dike ku hebûna wê bi derbxwarineke herî mezin re rûbirû bê hiştin. Slogana vê tevgerê bi herhalî wê wisa bê diyarkirin “Ji bo hebûnê (manê) yan ax û cotkarî yan jî neman.”

‘Pîşesazî pêşerojek ji bo mirov nahêle’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike, di encama zêdegaviya pîşesaziyê de hejarî û bêkarî hatiye asteke krîzê û wiha didomîne; “Çawa ku firewnan bi tenê ji bo paşeroja xwe piramîdên bi şêwazê qebran xwestin amade bikin, şêwazê robotkirinê yê îndustriyalîzmê jî paşerojeke zêde mirov karibe bijî wê nikaribe biafirîne. Ev, ji mirov re jî bêhurmetî ye. Hebûneke muhteşem mîna xwezayê li naverastê hebe, çi mane û girîngiya robot û kopyayên wan hene? Dînîtiya sermayeyê ji bo karê li vir careke din derdikeve pêşiya me. Em bibêjin robotan hilberîna herî erzan pêk anîn. Baş e, wexta yên bi kar bînin tinebe wê bi kêra çi bên? Ji vî alî ve îndustriyalîzm hêmana bingehîn a bêkarhiştina mirov e; li dijî hilberîneriya civakê sîleha herî mezin a sermayeyê ye. Di encamê de malên riziyayî û bi mîlyonan mirovên xizan, birçî û bêkar dibin qurbanê van pêxîrtengiyan.

‘Zirer û ziyanên pîşesazî dide di encama şeran de jî nebûye’

Xwezaya civakê bi tenê dikare bi têkiliyeke xurt a bi hawîrdora berhemê mekanekî di cih de û berhema mîlyonan salan, xwe dewam bike. Ti pêkhatina îndustriyal, nikare şûna hawîrdora harîqaya gerdûnê bigire. Ji niha ve li erdê, hewayê, deryayê û ezmanan trafîk gihiştiye asta felaketê. Îndustriya bi sotemeniya fosîlan dimeşe, avhewayê û hawîrdorê misêwa jehrî dike. Berdêla van felaketan hemûyan, danehevke karê ya dused salî ye. Ev danehev hêjayî evqas zirar û ziyanan e? Ji lewra zirar û ziyana bûyî di encama tevahiya şeran de pêk nehatiye. Herweha ruhber û zindiyên ji dest hatine dayîn çi bi destê mirov çi jî bi destê xwezayê di ti bûyereke din de evqas ji dest nehatiye dayîn.”

‘Divê ev cinawir ji destê yekdestdaran bê derxistin’

Ocalan diyar dike, pêwîste pîşesazî ji bin yekdestdariya sermayedaran bêgirtin û wiha dibêje; “Piştî ku cinawir mezintir bû û ji kontrolê derket, lêpirsîna wî û girtina tedbîrên der barê wî de dibe ku dereng û bêmane bibin. Tam dem e, ji bo mirov nehêle civak ji civakbûnê derkeve û nebe civaka ferazî, divê mirov vî cinawirî ji destê yekdestdaran bigire, pêşî wî kedî bike paşê jî wî li gorî xwezaya civakê bike dost.”

‘Yan mehşer yan modernîteya demokratîk’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke alternatîf jî Modernîteya Demokratîk destnîşan dike û balê dikişîne ser van xalan; “Tam di vê nuqte û çarçoveyê de di hebûna civakî de statuya modernîteya demokratîk bi hemû pêdivî û eşkerebûna xwe derdikeve holê. Civak ê yan bi çargavan beza xwe ya mehşerê dewam bike, yan jî wê xwe li modernîteya demokratîk bigire, wê mezin bike û pêngava ji nû ve avakirinê ji vê bezê re bibêje, rawest e. Li naverastê bi erdê re kaşbûn, her roja diçe berdêlên wê gelekî giran û mezin dibe.

‘Pîşesazî divê li ser rêya civaka exlaqî û polîtîk were bikaranîn’

Îndustrî jî mîna di têkiliya aqilê analîtîk de wexta li ser rêya civaka exlaqî û polîtîk rast were bi karanîn dikare mirov bibe jiyaneke mîna cennetê. Pêngaveke îndustriyê ya bi ekolojî û cotkariyê re dest daye hev bi tenê wê pirsgirêkên bingehîn ên ekonomîk çareser neke, wê karibe aliyên neyênî yên pirsgirêkan hemûyan jî erênî bike. Bi tenê xurdekariya otomobîlan a ketiye rewşeke sînor derbaskirî were rawestandin, ji petrolê heta bi çûnûhatinê, ji qirêjbûna hawîrdorê heta bi biyolojiya mirov wê di gelek qadan de encamên di asta şoreşê de derkevin holê. Heta îndustrîkariya deryayê bi vê lezê dewam bike, wê xêr di çûnûhatina derya û reşahiyê de nemîne, eger mirov vê jî li ber çavan bigire, bi awayekî vebirrî bi sînorkirina hejmara wesayîtan wê baştir were fêhmkirin û were zanîn çiqasî bi awayekî heyatî girîng e. Bêguman di serî de bi sînorkirina îndustriyalîzma nukleerî, di gelek şaxên îndustriyê de bi sînorkirina îndustriyalîzmê wê rê li gelek guhertinên bi kok vebe. Modernîteya demokratîk ji vê ezmûna dîrokî re bi îdea û pratîkên xwe bersiveke kêrhatî û jêhatî ye.”

(bz)