Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareseriyê-3

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezinbûna bajaran û zêdebûna şêniyan weke penceşêrbûnê binav dike û dibêje, “Bajarên xwedî şêniyên ji milyonî heta dixwaze bigihîje 25 milyonî, dînîtî û hovîtî ye. Bajarên ku mîna penceşêrê mezin dibin; xwe, jîngehê û civaka gund dikûjin. Ev bajar dikarin welatek li gel jîngeha wê ji holê rakin.”


Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên “Sosyolojiya Azadiyê” û “Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya wê” de mijara bajarvanî ya ku pirsgirêkên ji bo civakê û jîngehê çêdike, bi awayekî dîrokî nirxandiye. Ocalan, bajarbûneke ku ziyanê nade jîngeh û civakê erênî dibîne û dibêje, “Afirînerî û jêhatîbûna mirov herî zêde di bajaran de xwe dide der. Lê weke pîşesazî, bajarbûn jî ji sedsala 19’an ve mîna penceşêrê berbi pêşve diçe xwe, jîngeh û civaka gund dikûje û tine dike.”

Me di beşa sêyemîn a ‘Wêraniya Sermayedariyê û Rêyên wê yên Çareseriyê’ de mijara pirsgirêka bajarbûnê girtiye dest û vêya jî ji parêznameyên Ocalan ên li Îmraliyê nivîsiye berhev kiriye.  

Ocalan bajarbûnê weke yek ji sedema sereke ya pirsgirêkên jîngehê dibîne û dibêje, “Pirsgirêkên çavkaniya xwe ji bajarbûnê digirin, ji pirsgirêkên ekolojîk ne kêmtir û ne jî bêqîmettirin. Di roja me ya îro de yek ji çavkaniyên bingehîn ê gefê li jiyana civakî dixwe bajarbûn e.”

‘Bajar mekanê mejiyê civakê lê zêde dibe ye’

Ocalan beriya ku pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji bajarbûnê bigire binirxîne behsa girîngiya avabûna bajaran a ji bo civakê dike û ev tişt dibêje, “Mirovatiyê bi qasî avakirina gund avakirina bajaran jî li gorî xwezaya civakê li cih dîtiye û bi cih aniye. Bajar di serê wan mekanan de tê ku mejiyê civakî lê zêde dibe. Bajar jêhatbûna mejiyê mirov tehrîk dike, derdixe holê. Aqil têra xwe bi bajêr ve girêdayî pêşketinek meşandiye. Bajar ew mekan e ku mirov lê hay ji hêza xwe dibe ku dikare çi bike. Bajar ewlebûnê tîne. Mirovê bi xwe ewle zêdetir dikare rasyonel bifikire. Fikir jî rê li ber vedîtinên nû vedike. Teknîk û rêbazên zêdekirina hilberandinê pêş ve dibe. Mirovê ev ceribandî, bajar weke çavkaniya rohniyê dîtiye û her xwestiye ber bi bajar ve baz bide. Ji ber ku perestgeh di dema xwe de cihê kombûna aqilê pîroz û ruhan bû, bajar jî li dora perestgehan pêş ketiye. Civak aqil û nasnameya xwe li wir zêdetir keşif dike, diafirîne. Ev îhtîmalên bi hêz ên em behsa wan dikin aliyên erênî yên bajêrin.”

‘Berê şêniyên bajaran 5 hezar bûn’

Ocalan fîlozofê navdar ê Yewnan Arîsto ku şêniyên bajareke îdeal 5 hezar destnîşan dikir jî bibîr dixe û wiha bi mijarê de diçe, “Arîsto jî ji bo mezinbûneke îdeal a bajêr pênc hezar şênî difikire. Bajarên dema damezrandinê jî bi pirranî şêniyên xwe pênc hezar bûn. Mirovên nû têne cem hev. Mirov ji civaka qebîleyî bihurî ne. Kesên ji ezbet û qebîleyên cuda, bi welatîbûna bajêr bi hev têne girêdan. ‘Xelkê bajêr’, ‘hemşehrî’, ‘bajarî’ bi vî awayî pêk tên. Ev pêşketin dewlemendbûna bajêr nîşan dide. Bajar bi vê rewşa xwe amûrê pêşketinê ye. Çavkaniya pirsgirêkeke ciddî nîne. Di tevahiya serdema destpêkê de, car caran jî ji bilî Babîl û Romayê, pirsgirêka şêniyan li ti bajarî nayê dîtin.”

‘Pirsgirêka bajarbûnê bi şoreşa pîşesaziyê re destpê kir’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêka pirsgirêk û bûhrana bajarbûnê dibe destpêka sedsala 19’an û wiha behsa çîroka ji rê derketina bajaran dike, “Pêxîrtengiya bingehîn a bajarbûnê sedsala 19. bi şoreşa pîşesaziyê weke berhemê îndustriyalîzmê derket holê. Ev xweber nebû; ev têkiliya xwe bi xwezaya antî-civakî ya îndustriyalîzmê re hebû. Aliyê herî girîng ê bajêr ji aliyê ekolojîk ve dibû pirsgirêk, diyalektîkeke wî ya ji hawîrdorê qut hebû. Gund yekser têkiliya xwe bi hawîrdorê re heye. Bi her tiştê xwe pêve girêdayî ye û dizane ew berhemê wê ye. Bi heywan û nebatên xwe re mîna bi zimanê hawîrdorê bipeyive jiyana xwe dewam dike. Zimanekî hevpar, zimanê cotkariyê pêk hatiye. Di avabûna civakê de bandoreke mezin a vî zimanî heye. Li bajêr rewş berevajî ye; bajar her diçe ji cotkarî û hawirdorê qut dibe.”

‘Mezinbûna bajêr mezinbûneke penceşêriye’

Ocalan di wê baweriyê de ye ku eger pêşî li mezinbûna bajaran neyê girtin wê bibe sedema têkçûna welatan û balê dikişîne ser van metirsiyan, “Sed hezar, mîlyonek, pênc mîlyon, deh mîlyon, panzdeh mîlyon, bîst mîlyon û hedef bajarê bîstûpênc mîlyon e! Ev, mezinbûneke rastî ya penceşêrî nîne ma çiye? Bi tenê ji bo xwedîkirina bajarekî bi vî rengî dikare welatekî di asta navîn de tevî dewrûbera wî demeke kin ji holê rabe. Ti mentiqê vê mezinbûnê nîne.Ti welat û hawirdor tevî gelê xwe nikare bajarên mezin ên di vê astê de demeke dirêj hilgirin. Sedema bingehîn a xirakirina hawîrdorê ev mezinbûna penceşêriye. Mîna ku bajarek welatê xwe bi xwe tevî gelê wê dagir dike, hildiweşîne û dike mêtingeh.”

‘Barbarê rastî bajar e’

Ocalan bajêr weke barbariyê dinirxîne û îşaret bi hinek mijarên balkêş ên exlaqê civakê ji hev dixe, dike;  “Barbarê rastî (faşîzm, qirkirin, bê sînor qirkirina çandî û herî dawî jî qirkirina civakê) bajar e. Her cure kes û komên (ji fanatîkên sporê bigire heta bi komên muzîkê yên di şahiyan de dînîtiyan dikin nava wan pûç, ji burokrasiya îmhaker heta bi şêlankerên piyasê, ji yên bi ti pîvana exlaqî ve ne girêdayî heta bi yên bûne robot civaka medyakêş, dînên xeyalên sîmulark û ferazî) xweziyê bi barbarên (ez ti car bawer nakim ku qebîleyên koçber barbar in) berê tînin êdî navenda wan li derveyî bajaran nîne, li bajaran bi xwe ne, bajar bi xwe ye.”

‘Dewlet û desthilatdarî berpirs e’

Ocalan dewlet û desthilatdariya rantxur ji vê ji rêderketina bajêr berpirsyar digire û van rexneyan dike, “Hîç şik û şuphe têde nîne, ji vê rewşa bajêr ketiyê avahiyên çînî yên desthilatdar û dewletdar berpirsiyar in. Kurtêlxurî û ranta bajêr ew bi awayekî dijwar kirin barbar û cinawiriya bajar (Levîathanê nû) afirand.

‘Pêwîstî bi çareseriyên watedar heye’

Eşkere ye ku mirov bi temamî nikare ji vê xelk û civaka bajêr berpirsiyar bibîne. Lê li cem hişk ter jî dişewite. Divê mirov bedewî, exlaq û aqlê bajêr ê bi sînor mayî bifikire. Her pisgirêka çavkaniya xwe bajêr e, divê êdî bigirin navenda her projeya xwe ya civakî (ji ber ku ji zû ve ketine rewşa nexweşiyê). Di vê çarçoveyê de em dikarin ji tevahiya pirsgirêkên civakî û ekolojîk re çareseriyên manedar bibînin û divê kes vê ji nedîtî ve neyê.”

(bz)