Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareseriyê-4

Pênçşem, 26 Mar 2020 – 08:24  Navenda Nûçeyan

Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareseriyê-4

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî wêrankariya sîstema sermayedar a di jîngehê û civakê de pêkaniye, tevî rexneyan jî, girîngiyeke mezin dide tevgerên ekolojîk, anarşîst, çandî, femînîst, olî, netewî û xwecihî. Ocalan diyar dike ev tevger di çarçoveya modernîteya demokratîk de dikarin li dijî sîstemê rawestin, guhertinê pêkbînin û di avakirina sîstemeke demokratîk, wekhevîxwaz û ekolojîk de roleke erênî bilîzin.


Me di sê beşên di bin sernavê, ‘Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareseriyê’ de ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê nivîsîbû, pirsgirêkên ekolojiyê, pîşesazî û bajarbûnê berhevkiribû. Me beşa dawî ji bo çareseriyê û bi taybet jî rola tevgerên dijî sîstemê di çareseriya demokratîk de veqetandiye.

Ocalan Tevgerên sosyalîst, ekolojîst, femînîst, anarşîst, çandî, olî, etnîkî û xwecihî weke tevgerên dijî sîstema sermayedar bi nav dike. Li gel rexneyên kûr ên îdeolojîk Ocalan ji bo guhertina sîstema sermayedar roleke mezin bi van tevgeran dibexşe.

‘Tevgerên dijî sîstemê biqasî sîstema sermayedar bandor li serdemê kirin e’

Ocalan diyar dike tevî hemû pirsgirêkên ku ev tevgerên dijî sîstemê dijîn rastiyek in û vêya wiha vedike, “Tevî hemû avahiya xwe ya bi pirsgirêk hêzên dijberê sîstemê rastiyek in. Herî kêm bi qasî sîstemê bandor li serdema me jî kirine. Belkî sîstema xwe weke teorîk û pratîk realîze nekirine, lê xwediyê koma mezin a tecrûbeyan in ku nîqaş ev neya guftûgoyê ye. Hêzên dijberê sîstemê xwedî hêzekê veguherînê ya berfireh in û tevî ku di navbera wan de cudatiyên girîng hene jî mirov bi awayekî eşkere dikare bibêje ku gelek nirxên hevpar jî parve dikin.”

Di mijara sîstemê de hemû hemfikirin, lê di pratîk de ji hev cûda dibin

Ocalan bi taybet di mijara pratîk kirina fikir de rexne li tevgerên dijî sîstemê digire û dibêje,“Bi giştî di mijara sîstemê û krîza sîstemê de hemfikir in. Lê di warê gavavêtinê de di navbera wan de cudatî mezin dibe. Ji guherîna bi beridînê heta bi guherîna bi şoreşê, ji rêbazên aştiyane heta bi rêbazên şerxwaz gelek rêyên cuda têne pêşniyarkirin. Tevî ku yên guhertina dewlet û desthilatdariyê şoreş dihesibînin hene, yên civaka bê dewlet û desthilatdariyê pêşniyar dikin jî hene. Bi awayekî bingehîn şax û rehên hemûyan digihîje Şoreşa Franseyê. Avahiya wan a fikrê ji milliyetgiriyê heta bi kominîzmê, ji dîndarîtiyê heta bi pozitivîzmê, ji femînîzmê heta bi ekolojiyê perspektîfeke fireh pêşkêş dike. Eger yên di kapîtalîzmê de berjewendiyên wan hene ji sedî deh bin, rêjeya muxalifan jî di vê astê de ye. Ji aliyê herdu beşên civakê yên ji sedî heştê civakê weke civaka ne kapîtalîst, di analîz û çareserkirinê de kirdar ne, di rewşa obje de ne. Dema kapîtalîzm li ser civakê karê hesab dike, muxalif jî civakê bi tenê weke girseyeke ji derve tê kişandin û meşandin dibînin. Ji ber vê rastiyê nikarin ji modernîteya kapîtalîst bibihurin.”

Pêwîstiya tevgerên dijî sîstemê bi xwe nûkirine heye

Ocalan bandora neyînî ya sosyalîzma pêkhatî ya li ser tevgerên dijî sîstemê wiha dinirxîne û îşaret bi xwe nûkirina van tevgeran dike,”Sosyalîzma pêkhatî, demokrasiya sosyal û ekolên rizgariya neteweyî hê sedsalek derbas nekiribûn bi ser kapîtalîzmê ve bûn û vê yekê li ser dijberên sîstemê bandoreke mezin a neyênî kir. Hêza tevgeran gelekî kêm û qels bû. Tevgerên postmodernîzm, dîndarîtiya radîkal, femînîst û ekolojîk zêdetir weke encama nerazîbûna ji van bûyeran nû derketine holê. Lê statuya wan a îdeolojîk û pratîk a heyî, rewşa wan bi guman dike ku wê bi qasî dijberên sîstemê yên hê kevintir bi tesîr bibin an ne. Neolîberalîzm û dîndarîtiyên radîkal ji ber vê sedemê hinekî bi tesîr dibin. Ji ber van sedeman dijbertiya sîstemê hewcedariya xwe heye di warê entelektueliya radîkal, exlaqî û polîtîk xwe nû bike.

Rol û berpirsyariyên dikevin ser milê Tevgerên dijî sîstemê;

Tevgerên Sosyalîst

Mîrategirên îro yên tevgera sosyalîzma pêkhatî ya dused salî bi sînor be jî ketine pozîsyoneke xwerexnekirinê, lê mirov nikare bibêje, ji binî ve xwe vediguherînin. Di gihiştina heta îro de hem xwediyê para erênî û hem jî xwediyê para neyênî ne. Pêxîrtengiya ketinê parçeyek ji pêxîrtengiya avabûna sîstemê bû. Dîsa jî nêzîkatiya herî rast ew e, mirov sosyalîzma pêkhatî weke tevgerek e ku herî zêde bandor li dijberên sîstemê kirî qebûl bike û bi dersên ji mîrateya wê bigire, wê weke parçeyekî avakirina modernîteya demokratîk di warê helwest û hevgirtinan de binirxîne.

Tevgerên Anarşîst

Mirov dikare li bendê be ku anarşîst ji sosyalîstên rêl bi awayekî hêsantir xwerexne bikin û berê xwe bidin pratîkê. Gelekî girîng e ku di têkoşîna xwe ya ekonomîk, civakî, siyasî, entelektuel û etîk de cihê heq dikin bigirin. Anarşîst li ser zemînê Rojhilata Navîn di nava têkoşînên şaristanî û şaxên wê yên çandî de hem karin xwe nû bikin û hem jî alîkariyeke bi hêz bidin. Di xebatên jinûveavakirina sîstema modernîteya demokratîk de yek ji hêzên girîng e ku mirov dikare pêre îttîfaqê bike.

Tevgerên Femînîst

Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ya dispêre zanista jinê û femînîzmê jî digire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi rola sereke rabe. Lê, eger mirov îddîa bike ku tevgerên femînîst ên heyî ji lîberalîzmê qut in, û bûne hêzên dijberê sîstemê, wê ev ê bibe xwe xapandin. Yek ji pirsgirêka bingehîn a femînîzmê ew e, eger weke tê gotin radîkal e, wê wextê divê beriya her tiştî xwe ji binî ve ji hînbûnên lîberal, ji jiyan û şêwazên fikir û hisên wê qut bike, şaristanî û modernîteya dijminê jinê ya li pişt xwe analîz bike û li ser vî bingehî giraniya xwe bide rêyên çareseriyê yên manedar. Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bizanibe û di vê çarçoveyê de hem pêşdebirina wê û hem jî weke hevgirtiyê xwe di serê erkên xwe de bihesibîne û di xebatên jinûveavakirinê de wê binirxîne.

Tevgerên Ekolojîk (jîngehparêz)

Tevger û zanista jîngehê tevî ku dîroka wê nû ye, her ku diçe pêş dikeve. Çawa ku me di rastiya jinê de jî dît, der barê diyardeya hawîrdorê de jî zanist çiqasî pêş dikeve serwextbûn, serwextbûn çiqasî pêş dikeve, tevger jî pêş dikeve. Ji bo civaka sivîl qada tevgerê ya herî berfireh e. Her diçe zêdetir anarşîst û sosyalîstên-pêkhatî dikişîne nava xwe. Di pozîsyoneke welê de ye, herî zêde dijbertiya xwe ya sîstemê dide hiskirin. Ji ber ku tevahiya civakê eleqedar dike wesfê tevlîbûnan rengekî jor çîn û jor-neteweyan girtiye. Divê rêxistinî û çalakvaniya xwe ji kolanên teng ên bajar derbasî nava tevahiya civakê, nexasim jî nava civaka gund û cotkariyê bike. Ekolojî bi awayekî bingehîn rêberê çalakiyê yê jinan, civaka gund û cotkariyê, tevahiya koçer û bêkaran e.

Berxwedanên Çandî û Xwecihî

Berxwedana çandan dişibe kulîlkên zinaran diqelêşin û hebûna xwe didin pejirandin. Betonên modernîteyê yên bi ser wan de hatibûn kirin parçe kirin û ji nû ve rûyê rojê dîtin, ev jî vê rastiyê ispat dike. Dewleta netewe ya di warê çareseriyê de asê bûye, ji aliyekî ve tevgerên sermayeyê yên global wê ji jor ve, ji aliyê din ve jî tevgerên xweser ên bajar, xwecihî û herêmî tevî tevgerên dînî û neteweya demokratîk ji binî ve wê tengav bikin û ev jî dihêle ji vê kaosê sîstemên nû yê namzet derkevin. Gelek delîl û nîşaneyên vê ji niha ve derketine holê.

Tevgerên Ol û Baweriyan

Dîsa jî gelekî girîng e ku mirov ji nû ve zindîbûna çanda dînî ya ji rêûresmê bi temamî weke hişyarbûna tehlûkeya paşverûtiyê nebîne. Bi qasî ku serî li ber modernîte û dewletdariya netewe rakin xwedî naverokeke demokratîk in. Herweha divê mirov ji nedîtî ve neyê, damarên xurt ên exlaqî temsîl dikin. Çawa ku mirov dikare çandên etnîk ên cuda di çarçoveya neteweya demokratîk de li cem hev bigire, gelekî girîng e ku mirov naveroka demokratîk a çanda dînî jî di nava neteweya demokratîk de weke hêmaneke demokratîk, azadî û wekheviyê binirxîne û di çareseriyê de cih bidiyê. Modernîteya demokratîk divê têgihiştina xwe ya hevgirtinê ya lihevkirinê, çawa ku ji bo tevahiya tevgerên dijberê sîstemê pêşxist, divê ji bo çanda dînî ya xwedî naveroka demokratîk jî pêş bixe.”

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist