Pêşmerge Sîrwan di dema karantînayê de xwedî li heywanan derket

Pêşmergeyê bi navê Sîrwan Mihemed li navçeya Şarezur 9 sal in xwedî li ajalên li kolanan dimînin û balindeyên kuvî derdikeve û ji wan re xwarinê peyda dike. Ji ber qedexeya hatûçonê karê wî zehmet ketiye, lê ew cardin rojane bi qasî dikare karê xwe yê mirovahî berdewam dike.


Mihemed Sîrwan xelkê navçeya Şarezûr a ser bi Silêmaniyê ye, pêşmergeye û bi qasî 9 sal in ew bi awayek xwebexş xwedî li ajalên beredayî û balindeyên kuvî derdikeve.  

Sîrwan piraniya rojan ji berîka xwe xwarin ji van heywan û balindeyên kuvî re dikire û bi destê xwe dide wan. Di dema qedexeya hatûçonê de ku bazar û dikan hemû girtî ne, lê cardin Sîrwan dest ji karê xwe bernedaye û rojane xwarinê ji wan re peyda dike.

Sîrwanê ku rewşa wî ya aborî lewaze û di kirêyan de dimîne, ji ber bazar girtîne ew neçar dimîne li malê xwarin ji van ajal û balindeyan re amade bike.

Sîrwan rojane ji bilî peyda kirina xwarinê ji ajalên wek kuçik û pişîkan re, ew li binê gelek daran, li ser ban û cihên giştî yemê balindeyan jî vala dike da ku balinde di vê dema ku her der girti ye birsî nemînin.

Sîrwan diyar dike ger hikûmet alîkariya wî bike ew ê bikare xwedî li gelek ajalanên din ên beredayî derkeve.

Ew gelek caran ajal û balindeyên nexweş derman dike û ji mirinê rizgar dike. Sîrwan dibêje xwezaya Kurdistanê bi hebûna ajal û balindeyên kuvî xweşiktir û azadtir dibe.

Welatiyê bi navê Şêrzad Mihemed jî ji ber xwedîderketina Sîrwan ya li ajal û balindeyan sipasiya wî dike û dibêje ew karek mirovane dike.

(şk)