Piştî 10 rojan êdî bikaranîna zerfên naylon qedexeye

Piştî qeymeqamtiya Silêmanî biryar da ku li cihê zerfên naylon, zerfên kaxez werin bikaranîn, Wezareta Tendirustî û Jîngeha Iraqê bi alîkariya rêxistina UNHCR pêngava hişyariyê da destpêkirin. Wezarete Tendirustî ya Jîngeha Iraqê da zanîn ku wana li Bexda pêngava bikaranîna zerfên kaxez dane destpêkirin û dixwazin li seranserê Iraqê belav bibe. Qeymeqamê Silêmaniyê jî got ku wana 10 roj dane xwediyên firinên nan.


Şandek Wezareta Tendirustî û Jîngeha Iraqê serdana Silêmaniyê kirin û bi qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed re civiyan.

Li gorî daxuyaniya qetymeqamtiya Silêmanî, şanda ji Bexda diyarkirye ku ew dixwazin pêngava bikaranîna zerfên kaxez li seranserê Iraqê berfireh bikin. Herwiha hat gotin ku weke parêzgeha yekem piştî Bexdayê bajarê Silêmaniyê hilbijartine. Ji ber ku di van aliyan de karên baş hatine kirin û welatî hatine hişyar kirin.

Herwiha li gorî daxuyaniyê, Wezareta Tendirûstî û Jîngeha Iraqê diyarkirine armanca pêngava wan, parastina jîngehê û tendirustiya welatiyen. Hat diyarkirin ku wezaretê bi alîkariya UNHCR’ê gelek zarf amade kirine û wê bi ser esnaf û welatiyan belav bikin.

Piştî civînê semînerek li ser sûdê bikaranîna zerfên kaxez hat dayîn. Piştî semînerê qeymeqamê Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da. Awat Mihemed axivî û da zanîn ku wana 10 roj dane hemû firneyan daku amadekariyên xwe bikin. Awat got ku ewê piştî demê hatî diyarkirin bi ti awayek destûr nedin êdî zerfên naylon werin bikaranîn. Awat da zanîn ku ewê bi rêya lijneyê çavdêrê li ser biryara hatî girtin bikin û her cihê ku girêdayî biryarê nebû, wê li gorî yasayê bê ceza kirin.

Qeymeqamê Silêmanî Awat daxwaz ji welatiya jî kir daku alîkariya wan bikin. Awat got ku ewê nehêlin ji ber vê biryarê, nirxê nan zêde bibe.

(nr)