Piştî karker neçûn ser kar gelaşek zêde kom bû

Li Germiyan karker dijî mûçe nedanê, boykot kar ragihandin. Piştî ku karker neçûn ser kar, li ser rê gelaşek zêde kom bû.


Hikumeta Herêma Kurdistanê 3 mehe mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê nedaye. Karker jî li dijî vê nerazîbûna xwe tînin ziman û boykotê radigihînin.

Karkerkên kompanyaya Segirme ya ku karê paqijiya gelaş dike, di 30’ê Nîsanê de dest bi girevê kirin.

Ji ber ku karker neçûn ser karê xwe, li ser rê gelek gelaş kom bibû. Bi zêdebûna gelaş re, kompanya neçarma soza dayîna mûçeyê karkeran bide. Îro karker bi şertê soza dayîna mûçe, vegeriyan ser karên xwe.

 

(nr)