Qesabxane bûye gefa li ser tenduristiya welatiyan

În, 6 Mar 2020 – 07:27  HERÊM QADIR/ROJNEWS

Qesabxane bûye gefa li ser tenduristiya welatiyan

Li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ku ti mercekî tenduristiyê lê nîne, ji ber bêhn û qirêjiya paşmayên qesabxaneyê welatî di rewşeke zehmet de ne. Berpirsê Veterînerên Seyidsadiq Bêstûn Ebubekir got, “Yek ji pirsgirêka qesabxaneyê qirêjkirina jîngeh û hewaya navçeyê ye. Her wiha qirêjî û ava wê diçe nav Çemê Çeqan. Bi vê re jî careke din xak û ava binê erdê qirêj dibe. Ev hemû bandorê li ser tenduristiya welatiyan dike. Navçeyê bi temamî jî qirêj dike.”


Qesabxaneya Seyidsadiq a rojane 150-200 ajal lê tên serjêkirin, li Taxa Hesar a Seyîdsadiq e. Ev qesabxane ji bo welatiyan bûye çavkaniya gefa nexweşiyan û qirêjbûna jîngehê.

Qesabxaneya niha di nav malan de maye, ji bo gelek welatiyan bûye metirsî. Derdora qesabxaneyê ku pir qirêj e rêyên li derdorê jî ne hatine qîrkirin ne jî betonkirin. Ev qirêjiya ji ber qesabxaneyê welatiyên navçeyê kiriye nav rewşeke zehmet.

Tevahî navçe qirêj kiriye

Qesabxaneya Seyîdsadiq nêzî 10 salan e hatiye avakirin, lê niha li wir tiştek li ser hev nemaye. Jîngeh, av û hewaya navçeyê jî qirêj kiriye. Ajalên ji bo serjêkirinê dibin nexweşxaneyê di aliyê tenduristiyê de nayên tehlîlkirin. Dîsa ti cureyekî sarkirinê têde nîne û goştê li wir rasterast ji bo firotinê diçe nav bazarê.

Seg û pisîk di nav qesabxaneyê de diçin û tên

Li Qesabxaneya Seyîdsadiq li gel van kêmûkurtiyan, seg û pisîk jî dikevin hundirê wê û derdikevin. Derî û pencereyên avahiya qesabxaneyê jî şikestî û xerabe ne. Her wiha yên li wir dixebitin, ku li hewşê goşt sor dikin, ev bêhn û dûman jî bi ser xelkê navçeyê ve diçe.

Newêrin zarokên biçûk derxin derve

Dayika bi temen Amîne Ehmed a mala wê nêzî qesabxaneyê ye, diyar kir dema li derve rûdinin, bêhna pîs a ji qesabxaneyê bi ser wan de tê û wiha axivî: “Welatiyên li vir newêrin destûr bidin ku zarokên wan ên biçûk derkevin derve. Tevî qirêjiyê çend segên qesabxaneyê jî hene. Êrîşî welatiyan dikin. Ev jî ji bo zarokan metirsiyeke mezin e.”

https://youtu.be/-3T8QTMoYRU”>

Amîne Ehmed bal kişand ku ev bêhn ji bo tenduristiya zarokan pir xerab e û dema dinya germ ji ber bêhna qesabxaneyê derî û pencereyên xwe digirin.

Amîne Ehmed her wiha xwest qesabxane ji nav malan bê rakirin.

‘Zarok ji lîstikan bêpar mane’

Zarokên navçeyê jî ji ber bêhn û qirêjiya qesabxaneyê nikarin weke pêwîst derkevin derve û ji xwe re bilîzin.

Zarokê bi navê Ehmed Mihemed ê têkildarî mijarê fikarên xwe anîn ziman got, “Bêhna pîs a qesabxaneyê bi awayekî zêde bi ser me de tê. Em bi nexweşiyan re rûbirû dibin. Her wiha segê qesabxaneyê jî heye û hinek caran zarokan jî gez dike. Hêvîdar im ev qesabxane bê rakirin û li şûna wê parkeke em karibin têde bilîzin hebe.”

‘Biryara girtina nexweşxaneyê heye’

Rêveberê Veterînerên Seyidsadiq Bêstûn Ebubekir jî der barê mijarê de ku ji Rojnews re axivî, got, “Ev bi salane timî me gotiye ku ev qesabxaneya di nav navçeyê de, bûye sedema qirêjkirina jîngehê. Her çiqasî ji bo girtina wê ji aliyê sektora taybet ve biryarek heye jî, em nizanin wê kengî bê girtin.”

Bêstûn Ebubekir bal kişand ku di nav qesabxaneyê de ti tiştekî baş nîne û wiha dewam kir, “Me gelek caran daxwaz kir ku pirsgirêka vê qesabxaneyê bê çareserkirin. Lê belê bi hinceta qeyrana darayî ev daxwaza me nayê bicihanîn.”

Bêstûn Ebubekir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji pirsgirêka qesabxaneyê qirêjkirina jîngeh û hewaya navçeyê ye. Her wiha qirêjî û ava wê, diçe nav Çemê Çeqan. Bi vê re jî careke din xak û ava binê erdê qirêj dibe. Ev hemû bandorê li ser tenduristiya welatiyan dike. Navçeyê bi temamî jî qirêj dike.”

Weke Rojnews her çiqasî me hewl da têkildarî mijarê em nêrîna Qeymeqamê Seyîdsadiq Diyarî Refîq bigirin jî, amade nebû ti daxuyaniyekê bide.

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist