Rêjeya şînahiya Herêma Kurdistanê di jêr standarta cihanê de ye

16’ê Nîsana hemû salek wek Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin. Li gora standarta cîhanê divê rêjeya şînahiyê ji sedî 20  ta ji sedî 30 ne kêmtir be. Lê li gora danayên Wezareta Çandiniyê, li Herêma Kurdistanê rêjeya şînahiyê ji sedî 12.4’e. Jîngehparêz Hejîr Îsmail jî da zanîn paqijiya ku jiber virûsa Koronayê çêbûye, ti rêkxiraw ku bi salanin ji bo paqijiya jîngehê kardikin, nekarîne pêkbînin.


Di 16'ê Nîsana 1987'an de rejima Baasê Şêx Wesan û Balîsan yên dikevin li devera Xoşnawyetî kîmyabaran kir. Di encama kîmyabaranê de 264 welatî şehîd bûn û zêdetirê 400 welatî jî birîndar bûn. Xak û xwezaya deverê jî jehrawî bû. Ji ber wê 16’ê Nîsanê wek Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin.

Rêjeya şînahiyê li Herêma Kurdistanê ji sedî 12.4’e

Bi gotina Berdevkê Wezareta Çandiyê ya Herêma Kurdistanê Hisên Heme Kerîm, li gora danayên ku li berdestê wan de hene, rêjeya şînahiya  daristanan li Herêma Kurdistanê li gorî dîmenên ku sala 2015’an de ji oyduyê de hatine girtin, 2 milyon 705 hezar donime. Ji vê rêjeyê ji sedî 9.5 sinorê parêzgeha Hewlêr, ji sedî 9.1 Silêmanî û ji sedî 27.5 jî li Dihokê ye. Her çendî ku ev rêje ji beriya sala 2015’an hatiye girtin, lê cardin rêjeya şînahiya Herêma  Kurdistanê negihiştiye rêjeya standarta cîhanî û ji sedî 12.4’e.

Her wiha li Herêma Kurdistanê 35 hezar 472 donim daristanên bi dest hatîn çêkirin hene. Li gora vê li Hewlêr 8 hezar 988.8 donim, parêzgeha Silêmanî 15 hezar 980 donim, parêzgeha Dihokê 8 hezar 968.2 donim, li parêzgeha Helebce 1 hezar 905 donim û Herêma Germiyanê jî 3 hezar 531.3  donim e.

17 bendav  hene û 16 bendavên din jî li ber çêkirinê ne

Li Herêma Kurdistanê 17 bendavên mezin û biçuk hene. ji vana bendavên herî mezin ya Dukan, Derbendîxan û ya Dihokê ye. 10  bendav dikevin sinorê Silêmanî û Germiyanê, 4 bendav dikevin Hewlêrê û 3 bendav jî li sinorê parêzgeha Dihokê ne. He wiha çêkirina 16 bendavên din jî berdewam dike, ji vana 8 li sinorê Silêmanî û Germiyanê ne, 5 bendav li sinorê Hewlêrê û 3 jî li sinorê parêzgeha Dihokê ne. Di her 17 bendavên heyî de 10 milyar metre  Kûp av dikare were komkirin.

Bendav hem aliyên wê yên sûdê didin hene hem jî aliyên wê  yên zirarê didin jîngehê  hene. Aliyên ku sûdê didin, mirov ji bo çandiniyê û santralên elektrîkê sûd jê werdigre, lê li aliyê din gelek ziyanên wê ji bo jîngehê hene. Xwezaya deverê xiradike, bandora xwe li ser masî û guhertina av hewayê dike. Gelek caran jî li deverên ku bendav lê tên çêkirin dîroka mirovahiyê xeradibe û wenda  dibe. Mînaka vê jî bajarê dîrokî yê Heskîfê yê li Bakurê Kurdistanê ye, bajarê ku dîroka wê digihe hezaran sal niha dibin bendva İlusu tê hiştin.

Bi heman awayî li Rojhilatê Kurdistanê jî rejima Îranê li devera Hewreman li ser robarê  Sîrwan mijûlê çêkirina bendava Daryane. Tê gotin bi temambûna vê bendavê re wê  zêdetir ji 40 şunwarên dîrokî bikevin jêr metirsiya xerabûnê de.

Hewildanên rêkxirawan û giringiya bi rêjeya şînahî tê dayîn

Her çendî ku salane gelek şitlên daran li zeviyên hikûmî de têne çandin, lê ji berku piştî çandinê bi qasî pêwîst xizmetguzariyên parastin û avdaniyê pêknayên, piraniya wan ji ber germahiya zêde hişk dibin.

Rêkxirawa Siruşta Kurdistanê bi armanca zêdekirina rêjeya şînahiyê, par meha Nîsanê pêşniyara çêkirina parqek nîştimanî ji Parlamentoya Herêmê kiribûn. Di pêşniyarê de hatibû gotin bila parqek nîştimanî hebe, welatî di rojên bîranîn û rojên xwe yên taybet de daran lê biçînin.

Li ser mijarê Endamê Rêkxirawa Siruşta Kurdistanê Hejîr Îsmail ji Rojnews’ê re axivî û got: “Dema em qala şînahiyê dikin, divê were zanîn ev şînahî dibe alîkar da ku em oksîjenek paqij wergirin. Jîngeh cihê jiyana mirov û zindiyane, her qirêjiyek li ser  jîngehê çêbe yekser bandora xwe li me dike. Ji bona wê divê welatî xwe di ber parstin û paqijgirtina jîngehê de berpirsyar bibînin.”

Di dewamê de Hejîr Îsmail da zanîn paqijiya ku jiber virûsa Koronayê çêbûye, ti rêkxiraw ku bi salanin ji bo paqijiya jîngehê kardikin, nekarîne pêkbînin.

(şk)