Rêvaz biharan dibe fêkiyê gelek malan

Xwezaya herêma Balekayetî bi çiya, deşt, dol, çem û zozanên xwe, bûye haveynê bi dehan cure giyayên biharê yên ji bo tenduristiyê bi sûd in. Her sal di demsala biharê de gelek welatiyên li bajar û herêmên din rûdinin, ji bo komkirina giya û rêvaza ku niha bûye fêkiyekî gelek malan berê xwe didin çiyayên Balekayetî.


Rêvaza yek ji giyayên biharê ye li gelek çiyayên Herêma Kurdistanê bi awayekî xwezayî çêdibe. Ji destpêka biharê heta nêzîkî havînê li zozanan û binarên çiyayan dimîne. Pelên wê bi qasî metreyekê pan û mezin dibin. Tama wê jî tirş, tal û ber bi tirşê ve ye.

Rêvazên li sînorê parêzgeha Hewlêr bi nav û deng in. Ji ber di bin berfa zozanan û hewaya hênik de şîn tên. Rêvaz yek ji xwarina biharan e û xelk gelekî jê hez dikin. Her wiha welatî tevî ji bo xwarina xwe ji bo firotinê jî kom dikin.

Welatiyê bi navê Karwan Çomanî yê ji bo komkirina rêvazan berê xwe daye çiyayê Binesar got, “Rêvaz bûye yek ji fêkiyên sereke yê malbatên Balekayetî. Ji ber xwarineke demkî ye, li bazaran jî pir tê daxwazkirin. Her wiha nirxê wê ji yên gelek fêkiyan jî girantir e.

Ciwanê bi navê Ziyad Şêrkaweyî jî wiha axivî: “Kok û bizrê rêvazê li Balekayetî ye. Tam û lezeteke wê ya taybet heye.”

Ziyad bal kişand ku heta niha têkildarî giyayên biharê yên li herêmê şîn tê, tu desteyeke riwêknasiyê nehatiye Balekayetî û got, “Di rêvaz de vîtamîn C heye, her wiha şekir jî di nav de ji bo gelek nexweşiyan tê bikaranîn, lê kes nehatiye vê biselimîne.”

Ziyad dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heta niha jî hikûmetê mayîn û teqemeniyên hê ji dema rejîma Baas ve li Balekatî mane paqij nekiriye û gelek welatî ji ber metirsiya van mayîn û teqemeniyan nayên komkirina giya.

(yş)