Rêya navbera Silêmanî û Taslûceyê hate girtin

Ji ber barana zêde lehî li bajaroka Taslûceyê rabû. Ji ber lehiyê rêya dinavbera Silêmanî û Taslûcayêde hate girtin.


Pêleke dijwar a baranê li Herêma Kurdistanê jî destpêkiriye. Ji serê sibehê ve baraneke dijwar li herêmê dibare. Barana dijwar heya van saetan jî li parêzgeha Silêmaniyê dewam dike.

Lehî li bajaroka Taslûca ya ser bi Silêmaniyê rabû. Ji ber lehiyê rêya di navbera bajarê Silêmanî û Taslûcayê de hate girtin.

Têgotin ku yekîneyên parastina bajêr yên girêdayî şaredariyê di nava liv û tevgerê de ne û li Taslûcayê hewl didin pêşî li zirerên giyanî werin girtin.

Vê êvarê pira gundê Berava ya ser bi bajaroka Sengeser ya ser bi navçeya Qeladizê ji ber lehiyê hilweşiya. Cara çaremîne ku ji ber baranê pira gundê Berava li ber lehiyê diçe. Ji ber pir hilweşiya peywendiyên gund li gel Sengeserê qût bûye.

(bz)