Ruyê din ê Hewlêrê

În, 24 May 2019 – 08:30  ROJNEWS/ HEWLÊR

Ruyê din ê Hewlêrê

Hewlêr wekî bajarekî pak û pêşketî tê nîşandan, lê taxên qeraxa bajar, di nava gilêj û gemarê de mane. Şeradarî dibêje ku paqijiya wan deran ne erka wan e, rayedarên xizmetguzariyê jî, welatiyan sûcdar dikin.


Ji bo kesekî/e ku nû biçe Hewlêrê, ev bajar bi rêyên xwe yên mezin û avahiyên di salên dawî de hatine çêkirin, balê dikişîne. Li çend cihên navendî ev der wekî bajarek pak û pêşketî xuya dike. Lê dema dikevin nava taxan û bi taybet jî taxên li qeraxa bajar, rûyekî din derdikeve pêş. Ev herêmên ku mirov dikare wekî “rûyê veşartî yê bajar” pênase bike, di nava gemar û gilêş de ne.

Taxa Şoreş yek ji van taxên di nava gilêj û qirêjiyê de maye. Li kolanên taxê, li rex rêyan gilêşê kû bêserûber hatiye avêtin balê dikişînin. Li derdorê ne zibildank hene, ne jî gilêş xistine nava kîsan de. Bi taybetî jî madeyên plastîk ku ji bilî qirêjiya derdorê, zirarê didin xwezayê, li nava kolanan belav bûne.

Parkên ku li nava taxê ji bo zarok û bêhnvedanê hatine çêkirin jî bi heman rengî di nava gilêş de mane. Lewre şêniyên taxê jî, êdî bikar nayînin.

Li taxê mijarek din a ku balê dikişîne jî, ava qirêj a ji malan derdikeve û li ser rê diherike ye. Avên qirêj ên mitbex, destşoyan û hwd. ji malan derdikevin û dikevin nava kolanê. Ev jî dibe sedem ku bêhnek nexweş li derdorê belav bibe. Xuya dike ku sîstema binerd a av û kanalîzasyonê bi temamî nehatiye çêkirin û bi zêdebûna germa havînê re, metirsiyê liser tenduristiyê çêdike.  

Hinek şêniyên taxê, ji vê rewşê nerazîne, lê nekarîn gazincên xwe bînin ziman. Hinek niştecihan jî gotin ku tu pirsgirêkên wan nînin û şarewanî paqijiya derdorê dike.

Şaredariyê bersiv neda

Me xwest derbarê mijarê de ji Şaredariya Giştî ya Hewlêrê zanyariyan bigirin, lê rayedaran nexwestin bersiv bidin û gotin ku berpirsyarî ya saziya xizmetguzariyê ye. Beşa Xizmetgûzarî û Parastina Jîngehê ya girêdayî Şaredariyê jî, têkildarî qirêjî û kombûna gilêşê li nava taxê, welatî tawanbar kirin. Rayedarên Xizmetguzariyê gotin ku ew herêmê paqij dikin, lê welatî derdora xwe naparêzin.

(nm/ep)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist