Rêvebera Giştî ya Çandiniya Germiyanê Şadiye Hisên diyar kir ji ber baran barîna ku di meha Mijdarê de barî li sinorê îdareya Germiyan pila (şilî) ket û tê pêşbînîkirin ku îsal li Germiyanê hişkesalî nebe.
Ji 25’ê Mijdarê ve li sinorê îdareya Germiyanê bi rêjeyek baş baran barî. Li gor gotina Rêvebera Rêveberiya Giştî ya Çandiniya Germiyanê Şadiye Hisên, ji ber rêjeya baş a baranê pila ketiye.
Şadiye Hisên diyar kir; “Li gor datayên Rêveberiya Giştî ya Çandiniya Germiyanê ku navendên wê li piraniya deverê heye, rêjeya herî zêde ya baranê li bajaroka Meydan barî ku 78 milîm bû. Li navçeya Xaneqîn 43 milîm baran barî. Ger em li gor rêjeya du salên borî berhev bikîn, ev rêjeya îsal gelek başe. Sala borî li Kelarê 5 milîm baran barî, lê niha 60 milîm baran bariye.”
Di dewamê de Şadiye Hisên got ku ew dikarin bêjin niha li Germiyan pila ketiye. Şadiye diyar kir ku sala borî cotyarên Germiyan ti sûd ji barana meha Mijdarê wernegirtin.
Şadiye Hisên got, “Em nikarin bêjin ku Germiyan ji metirsiya hişkesaliyê rizgar bûye, ji ber ta meha Nîsanê pêwîstî bi baran barînê heye. Dexlûdan û berhemên din ên çandiniyê pêwîstiya wan bi baranê heye. Lê wek destpêk ji bo barana niha cihê keyfxweşiyêye.”
Rêvebera Çandiniya Germiyanê Şadiye destnîşan kir ku ji bo herêma Germiyan ji hişkesaliyê rizgar bibe, pêwîstî bi rêjeya 250 milîm ta 300 milîm baran barînê heye. Şadiye got, lê li gor rêjeya ku heta niha bariye, ew pêşbînî dikin ku îsal Germiyan ji hişkesaliyê rizgar bibe.
(kş)