Şandeyek ji parlamentoya Iraqê serdana bendava Derbendîxan kirin

Şandeyekî ku pêkdihat ji endamên parlamentoya Iraqê yên koma Newey Niwê (Nifşê Nû), Tevgera Goran, YNK'ê û Hevpeyamniya Fetih li gel Qeymeqamê navçeya Derbendîxanê serdana bendava Derbendîxanê kirin. Armanca serdanê ew bû metirsiyên bendavê û kêmû kasiyên heyî werin lêkolînkirin.


Li ser daxwaza Serokê Parlamentoya Iraqê şandeyek ku pêkdihat ji endamên Parlementoya Iraqê yên ji koma Newey Niwê, Tevgera Goran, YNK'ê û Hevpeyamniya Fetih li gel Qeymeqamê navçeya Derbendîxanê serdana Rêveberiya Bendava Derbendîxanê kirin. Şande piştî ku bi Rêvebirê bendavê re civiya piştre derbazî ser bendavê bûn û ji nêz ve li ser rewşa bendavê lêkolîn kirin.

Armanca serdana şandeyê ew bû ku ji nêz ve metirsî û kêmû kasiyên bendavê yên heyî lêkolîn bikin û bi awayê rapor amade bikin û pêşkêşî saziyên peywendîdar ên Iraqê bikin.

Piştî serdanê şandeyê civînekî çapemenî lidarxistin.

Di civîna çapemenî de Endama Parlamentoya Iraqê ya Koma Newey Niwê Yusra Receb têkildarî serdana şandeyê axivî û got: "Em îro ne tenê li ser navê parlementerên Kurd hatine vêderê, di heman demê de em li ser navê Parlamentoya Iraqê hatine. Armanca me ji vê serdanê ewe ku em wekî berpirsyartiya ku divekeve ser milê Parlamentoya Iraqê ji nêz ve lêkolîn liser rewşa bendavê bikin û metirsiyên heyî bixin şeklê raporek. Ji ber ku giringî û metirsiya bendava Derbendîxan ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê heye, diheman demê de li ser tevayî Iraqê jî heye.

 

(şk)