Şaredariya Rizgarî 150 dar çandin

Ji bo jîngehek bi tendirust û xwezayî, li bajarokê Rizgarî 150 dar hatin çandin.



Li bajarokê Rizgarî a ser bi navçeya Kelar ya ser bi navenda îdareya Germiyanê, bi pêşengiya serokê şaredariyê 150 dar hatin çandin. Serokê şaredariyê û karmendên şaredariyê bi xwe daran çandin.

Berpirsyarê ragihandina şaredariya Rizgarî Hemid Şeban got ku wana îro 150 dar çandine, lê wana di heftiyên borî de zêdetirî 1500 darên din çandine.

(nr)