‘Şaredariya Silêmaniyê xaniyên dîrokî dirûxîne’

Yekşem, 10 Nov 2019 – 11:56  NAVENDA NÛÇEYAN

‘Şaredariya Silêmaniyê xaniyên dîrokî dirûxîne’

Ji bo parastina cihên dîrokî û çanda şaristaniya Kurdistanê kampanyayayek hat ragihandin. Endamên desteya kampanyayê bi daxuyaniyekê diyarkirin ku niyeta şaredariya Silêmaniyê rûxandina xaniyên çandî yên taxa Şêxanî a bajarê Silêmaniye, ev kampanya jî dijî vê pêngava şaredariyê ye.


Ji bo parastina cihên dîrokî û çanda şaristaniya Kurdistanê ji aliyê çavdêrên siyasî, mamosta û çalakvanên civaka sivîl Mesud Ebdulxaliq, Dr Kameran Berwarî, mamosta Dara Ball, Nizar Mihemed, Şoreş Emîn û Ebdilraqib Yusfi ve kampanyayek hat ragihandin. Endamên desteya kampanyayê bi daxuyaniyekê nivîskî balkêşan ser rûxandina komek xaniyên dîrokî yên li silêmaniyê.

Endamê desteya bilind ya kampanyaya parastina cihên dîrokî û çanda şaristaniya Kurdistanê, nameyek vekirî radestî serokatiya Herêma Kurdistanê, seroka parlamentoya Herêma Kurdistan, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hizbên Kurdistanê, mekteb siyasî ya YNK’ê û waliyê Silêmaniyê kirin.

Di nameya vekirî ya endamên desteya kampanyayê de wiha hatiye gotin; “Ev çend mehe li bajarê Silêmaniyê dinava dû aliyan de şere. Şer li ser rûxandina komek xaniyên çandî yên ciwane. Ev xanî jî weke xaniyê hunermend Kerîm Kaban ya li taxa Şêxane. Beşek ji xaniyan nêzî seraya Silêmaniye. Şaredariyê destûra rûxandinê ji bo xaniyan daye. Em bang li aliyên peywendîdar dikin, daku li dijî şaredariya Silêmaniyê gilî bikin. Ji bo çi taxên çandî neparastîne û ji sedî 85’ê taxan hatiye wêran krine.”

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist