‘Sedemê pîsbûna axê bombebarana welatên dagirkere’

Pîsbûna jîngehê metirsiyek mezin li ser jiyana rojane ya xelk û tendirustiya mirovan çêdike. Mamostayek zanîngehê got ku beşek ji sedemê pîsbûna jîngeha bombebarana welatên dagirkere.


Mamostaya zanîngeha çandiniyê ya li zanîngeha Silêmaniyê, Jîno Xalid li ser mijara pîsbûna jîngehê ji RojNews re axivî. Jîno got ku axa Kurdistanê axek xêr û berekete, lê dema ku ax pîs dibe, li ser jiyana mirovan metirsiyek mezin çêdike.

Pîsbûna axê bandorê li ser pîsbûna avê dike

Ax bi awayek giştî xwe nû dike û heyberên pîs ji xwe kêm dike. Lê ger her tim çandinî lê were kirin û salane madeyên kîmya têde bên bikaranîn wê ax jî xirab bibe. Pîsbûna axê bandorê li kêmbûna avê nake, lê axa avê xirab dike.

Xaka Başûrê Kurdistanê hertim ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve tê bombebaran kirin. Ev bombebaran ziyanek mezin dide jîngehê.

Mamosta Jîno li ser bandora nerênî ya li ser paşketên teqemeniyan axivî û got; “Di dema rizgarkirina Iraqê de gelek çek hatin bikaranîn. Di nava van çekan de gelek çekên tirsnak jî hatin bikaranîn. Hinek ji van çekan yekser bandora xwe li ser çêbûna nexweşiya penceşêrê jî heye. Ji bo vê piştî rizgarkirinê li Rojavayê Iraqê rêjeya penceşêrê zêde bû. Herwiha cihên ku dewleta Tirk bomberan dike di şewitin û derdora wê hemû hişk dibe.”

Mamamosta Jîno got ku hemû cih ji bo çandinê ne gungawe, lê cotyar vê yekê nizanin û çandiniyê dikin. Jîn got; “Hinek cih bi awayek xwezayî gelek bihêze. nabe çandi were kirin. Weke mîna herêma Milekewe ya li Pênciwên. Ji ber ku gelek madeyên kanzayî li wir hene, ji bo çandiniyê ne guncawe. Herwiha li wan cihan ji ber wan madeyan gelek nexweşî jî çêdibin.”

Jîngeparêz dibêjin ku hinek lijne ji bo çavdêriya jîngeha herêma Kurdistanê hene, lê weke pêwîst nikarin rê li ber karên ne yasayî ku dibin sedemê pîsbûna jîngehê bigrin.

 

(nr)