‘Şewat jîngeh û hilberîna herêmê wêran dike’

În, 14 Pûşper 2019 – 07:26  HEWRÊ KIRÊKAR / HELEBCE

‘Şewat jîngeh û hilberîna herêmê wêran dike’

 Li Herêma Kurdistanê  û bi taybet herêma Germiyan ji ber şewatê gelek dexlûdan şewitî. Li gorî pisporên jîngehê ji derveyî ziyana madî, şewat bandoriya xwe li ser jîngeh, xak û hilberînê dihêle.


Weke herêmên din ên Başûrê Kurdistanê, li herêma Germiyan jî gelek şewat derket û ji ber gelek ceh û genimê cotyaran şewitî. Li gorî pisporan wê ji niha û şûnde jî şewat bandoriya xwe li ser xak, jîngeh, lawir û hilberînê bike.

Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiya Germiyan parve kirine, îsal li Germiyan 3 hezar û 500 heta 4 hezar donim zeviyên çandiyê şewitîne û nêzî 2 hezar donim poş û pawan jî şewitîne.

Rêveberê Saziyê Jîngeha Germiyan Durîn Selîm li ser mijarê axivî û got;”Ziyanek mezin a vê şewatê bi awayek rasterast û ne rasterast li er jîngehê heye. Ziyana rasterast belavbûna gaza wê ya bi ziyan ên weke gaza karbondîoksît û gazên dinin. Dema şewatê de rêjeyek zêde ya van gazan belav bûye. Ji bo germiya zêde sedem in. Dibin sedema telefbûna lawirên kovî û jîngehên wan.”

 Rêveberê Saziyê Jîngeha Germiyan Durîn Selîm têkildarî ziyana nerasterast de jî wiha got; “Hemû cureyên candaran pêwîstî bi xwarinê heye. Bi şewata poş û pawan ew xwarina pêwîst namîne. Neçar dibin ji bo xwarinê koçî herêmek din bibin. Ev jî bandorî li ser dengeya jiyan candaran dike.”

Herwiha Rêvebera Giştî ya Rêveberiya Çandiniyê ya Germiyan Şadiye Hisên têkildarî bandoriya şewatê wiha axivî; “Bi awayek giştî bûyerên şewatê ji salên borî zêdetire û wê bandoriyê li xelkê bike. Xeteriya nemana şînahiyê çêdike. Herwiha dibe sedam çend corên nexweşiyan. Herwiha li ser kêmbûna berheman bandor dike.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist