Şewata li Amêdî ji ber bombebaranê derketî hîn nehatiye kontrolkirin

Ji ber bombebarana dewleta Tirk ji berî sê rojan agir girte rez û baxçeyên welatiyên navçeya Amêdî ya Dihokê, ev şewat hîn nehatiye kontrol kirin û welatiyên herêmê banga alîkariyê kirin.


Ji berî çend rojan balafirên dewleta Tirk bi dijwarî herêma navçeya Amêdî ya Dihokê bombebaran kirn. Ji ber bombebaranê gelek ziyan li bax û rezên welatiyan bûn. Şewata derketî hîn nehatiye kontrol kirin.

Li gorî şahidên bûyerê her çiqas welatî û tîmên agirkujiyê hewil didin ku kontrol bikin, lê heta niha şewat nehatiye kontrolkirin. Tê gotin ku ji ber şewatê metirsî li ser 5 gundan heye.

Şêniyên herêmê eşkere kir ku niha dema çinîna simaq, kewzan û maziyane, lê ji ber şewatê piranî şewitîne û nikarin berhemên xwe biçînin.

Şêniyên herêmê banga hewarçûnê kirin.

 (ab)