Şewata li Tancero berdewame: Mal hatin valakirin

 Şewata li herêma Tancero ya Silêmaniyê ku sergoyê Silêmaniyê derketî ev 4 roj in nehatî kontrol kirin û bandoriyek mezin li jîngehê dike. Herwiha ji ber dûmanê gelek malbatên  gundê Jale Ceza Caf ji malên xwe derketin.


Li sergoyê Silêmaniyê ya li herêma Tancero 4 roje şewat derketî. Gelek dûman belav bûye û bandoriya nerênî li jîngeha Silêmaniyê dike. Bi taybet bandorî welatiyên gundên nêz dike.

Ji ber berdewambûna dûmanê  îro danê sibehê rûniştvanên gundê Jale Ceza Caf ku tenê 2 kîlometre ji sergo dûre ji gund derketin.

Li gorî dîmenên îro hatine tomarkirin, dûmanek dijwar li gund belav bûye û ji ber sedema dûmanê beşek ji şêniyên gund ji malên xwe derketin.

Berdevkê Şaredariya Silêmaniyê Zerdeşt Refîq li ser mijarê ev agahî dan Rojnews'ê;"Ji bo kontrolkirina dûmanê em hewl didin. Ji bo vê armancê me daxwaz ji beşek ji kompanyayên kiriye ku alîkariya me bikin."

Herêma Tancero dikeva başûr rojhilatê Silêmaniyê û cihê komkirina zibil û çopa Silêmaniyê ye. Rojane hezar û 200 ton çop li wir tê komkirin û piştre bin ax dikin.

 

(ab)