Şewata li Tancero berdewame: Mal hatin valakirin

Pênçşem, 4 Tîrmeh 2019 – 10:43  SILÊMANÎ / ROJNEWS

Şewata li Tancero berdewame: Mal hatin valakirin

 Şewata li herêma Tancero ya Silêmaniyê ku sergoyê Silêmaniyê derketî ev 4 roj in nehatî kontrol kirin û bandoriyek mezin li jîngehê dike. Herwiha ji ber dûmanê gelek malbatên  gundê Jale Ceza Caf ji malên xwe derketin.


Li sergoyê Silêmaniyê ya li herêma Tancero 4 roje şewat derketî. Gelek dûman belav bûye û bandoriya nerênî li jîngeha Silêmaniyê dike. Bi taybet bandorî welatiyên gundên nêz dike.

Ji ber berdewambûna dûmanê  îro danê sibehê rûniştvanên gundê Jale Ceza Caf ku tenê 2 kîlometre ji sergo dûre ji gund derketin.

Li gorî dîmenên îro hatine tomarkirin, dûmanek dijwar li gund belav bûye û ji ber sedema dûmanê beşek ji şêniyên gund ji malên xwe derketin.

Berdevkê Şaredariya Silêmaniyê Zerdeşt Refîq li ser mijarê ev agahî dan Rojnews’ê;”Ji bo kontrolkirina dûmanê em hewl didin. Ji bo vê armancê me daxwaz ji beşek ji kompanyayên kiriye ku alîkariya me bikin.”

Herêma Tancero dikeva başûr rojhilatê Silêmaniyê û cihê komkirina zibil û çopa Silêmaniyê ye. Rojane hezar û 200 ton çop li wir tê komkirin û piştre bin ax dikin.

https://youtu.be/9VE8qHmyEmI”>

 

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist