Seyrangeh jî veguherandin cihê bazirganiyê

Duşem, 17 Pûşper 2019 – 10:32  ZAHIR ÎBRAHÎM/ROJNEWS

Seyrangeh jî veguherandin cihê bazirganiyê

Sulava (şelale) Bêxal a li navçeya Rewanduzê yek ji seyrangeh û geştiyarî yên Başûrê Kurdistanê ye. Lê evder jî wekî gelek deverên din, ji aliyê bazirganan ve hatiye desteserkirin û çûna vê derê ji bo welatiyan gelekî bi buha ye. Lewma zêdetirîn dewlemend diçin vê herêmê.


Seyrangeha Bêxalê dikeve di navbera sînsîleya çiyayên bilind yên navçeya Rawandûzê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê. 105 kîlometreyan ji navenda Hewlêrê,5 kîlometreyan jî ji navçeya Rawandûzê dûre.

Ava Bêxalê wekî sûlavek siruştî di herike û tevlî ava Xelîfanê dibe. Sûlav wekî yek ji seyrangeh û cihên geştiyariyê yên Başûrê Kurdistanê tê zanîn. Ji ber ku li bajarên Başûr û Iraqê demsala havînê gelekî gerim derbas dibe, gel berê xwe dide van seyrangehan. Pîleya germahiya Seyrangeha Bêxal, li gorî navenda Hewlêrê bi roj 8, bi şev jî 13 pîleyan kêmtir e. Lewma bi taybet rojên pênşem û înê hejmarek zêde geştiyar û xelkê herêmê tên Seyrangeha Bêxal.

Bi deh hezaran kes tên

Demsala zivistanê li gorî salên borî, îsal baran û berf zêtir bariya. Vê yekê jî ava seyrangeha Bêxalê gelek zêdetir kiye û hawirdora wê xweşiktir kiriye. Her wiha hejmara geştiyar û kesên tên vê derê zêdetir kiriye. Li gorî daneyên ku Rêveberiya Geştûguzariyê eşker kirine, di nava 3 rojên Cejna Remezanê de zêdetirî 40 hezar geştiyaran serdana seyrangeha Bêxal û herêma Rawandûzê kirin.

Bazirganî û buhabûn

Her welatiyek di demsala havînê de, ji ber germa zêde dixwaze biçe seyrangehekê û hinek bêhna xwe bide. Lê êdî ev yek jî, ji bo beşên feqîr ên civakê gengaz nîn e. Jiber ku seyrangeh jî veguherandine cihê bazirganiyê û buhabûnek zêde heye. Li seyrangeha Bêxal jî, hejmarek otêl û xaniyên demkî (seferî) hatine çêkirin. Lê mayîna li van deran û xizmeta tê dayîn gelek bûhaye. Ji ber vê yekê piranî dewlemend dikarin biçin. Ev jî dibe sedema nerazîbûnan. 

Yek ji geştyarên ku serdanaSeyrangeha Bêxalê kiriye Xanim Elî nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Xwezayeke pir xweşik a Seyrangeha Bêxalê heya û geştyar ji vê yekê tam digrin. Lê ji ber buhabûna nirxê tiştan û cihê mayîn, neraziyek mezin a geştyaran heye. Bitaybet jî xwarinên seyrangehê gelek giranin. Ev yek rê vedike ku em hîn zêdetir bi baldar bin û cihê em diçînê li gorî hêza xwe hilbijêrin. Kêm û kurtiyên di aliyê xizmetgûzariyê de jî gelek in, bi taybet nebûnacihê destavê (tuwalet) pirsgirêk e. Divê hikûmet û aliyê peywendîdar van pirsgirêkan çareser bikin.”

Yek ji xwediyên kar ên seyrangehê Dana Mihemed jî got: “Hemû geştiyar hezdikin werin seyrangeha Bêxalê. Ji ber ku xwezayek sade û xweşik heye. Bi taybet piştî nûjenkirinê heya astekê kêmûkurtiyên wê hatine çareserkirin.”

(ep)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist