Seyrangeha Ehmed Awa bê xizmetguzariye

În, 14 Pûşper 2019 – 08:05  HERÊM QADİR/ROJNEWS

Seyrangeha Ehmed Awa bê xizmetguzariye

Di rojên bêhndan û cejnan de jimarek zêde ya welatî û geştiyaran berê xwe didin seyrangehên herêma Helebce. Geştiyar gazindan ji kêmaniya xizmetguzariyan dikin. Rêveberiya Geştuguzara Helebce jî got; “Hemû kar ne li ser meye, divê geştiyar jî hest bi berpirsyartiyê bikin.”


Li herêma Helebce gelek seyrangeh hene, piraniya van seyrangehan dikevin aliyê Hewraman. Pirsgirêka ku herî zêde geştiyar li vê deverê jiyan dikin jî nebûna xizmetguzariyên rê û rêbarane.

Dinava sê rojên cejna Remezanê de nêzî 40 hezar geştiyar çûn van seyrangehên herêma Helebce. Ji ber kêmaniya xizmetguzariyan û xirabûna rêyên Seyrangeha Ehmed Awa, herwiha kirêya veguhestina geştiyaran ji Ehmed Awa ji bo Serkaniya Zelm, geştiyar nerazîne û gazindan dikin.

Welatiya binavê Aştî Kerîm ku xelkê Silêmaniye ji bo geştiyariyê serdana Seyrangeha Ehmed Awa kiriye, got; “Mirov li vêderê bi rêyek de diçe wekî ku di rêya mirinê de here, ewqas teng û nexweşe. Ez li piraniya welatên Ewropa geriyame. Hinek ji wan cihan bi nîva vêderê jî xweş nine, lê bûye cihê geştiyarî û xelk bi berdewam serdana wan cihan dikin.”

Geştiyarê binavê Zana Nasih ku ji Kerkûkê hatibû, eşkere kir ku Ehmed Awa cihek gelek xweşe ji bo geştiyariyê, lê wekî pêwîst xizmetguzarî ji bo rêyên wê nehatiye kirin û wiha domand; “Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn zêdetir giringî bi van cihên geştiyariyê bide. Ji ber ku jimarek zêde geştiyar ji naverasta Iraq, başûrê Iraq û Îranê serdana vê herêmê dikin.”

Rêvebirê Rêvebertiya Geştuguzara Helebce Wehab Emîn ji Rojnews’ê re axivî û da zanîn ku di destpêka cejna Remezanê de wan çend tîmek ji bo pêşwazîkirina geştiyaran amade kiribûn û wiha pêde çû; “Ew hemû kesên ku hatine seyrangehên herêma Helebce em nikarin bêjin geştiyar bûn, ji ber ku geştiyar dema tê divê 24 saetan bimînin. Lê piraniya kesên hatîn di saetên êvarê de carek din vegeriyan parêzgeha Silêmanî.”

Herwiha Wehab Emîn eşkere kir ku di sê rojên cejnê de nêzî 40 hezar welatî serdana seyrangehên herêma Helebce kirine.

Di dewama axaftina xwe de Wehab Emîn qala xizmetguzariyên li Seyrangeha Ehmed Awa hatîn kirin û kir û ev tişt gotin; “Rêyek ji bo bi serketina serkaniya Zelm li ser budceya giştî ya Desteya Avakirinê ya Silêmanî bi behayê 13 milyar dînar hatiye çêkirin. Geracek mezin jî ji bo wesayîtan hatiye çêkirin. Biryar hatiye girtin jî li ser budceya Rêveberiya Geştuguzara Silêmanî çend pirek li Seyrangeha Ehmed Awa werin çêkirin û firehkirin ji bo welatî bikarin bi awayek hêsan hatûçonê bikin.”

Wehab Emîn got ku hinek proje hene ew bi tenê nikarin, divê welatî jî alîkarî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ji bo mînak hinek parçe zeviyên welatiyan dikevin nava sînorê projeyên hikûmetê de, hikûmet bi zêdahî jî tazmînat dide wan, ji ber ku wê ev proje bibin malê giştî. Lê hinek deman welatî rê nadin ku proje dinava zeviyên wan de were çêkirin. Ev yek jî ji bo bicihanîna projeyan dibe sedem ku zehmetî çêbin. Bi taybet divê xelkê gundê Zelm divî alî de alîkariya me bikin, ji bo em bikarin  van projeyan bicih bînin. Ji ber ku wê herkes ji van projeyan sud wergirin.”

Li ser parastina jîngeha deverê jî Wehab Emîn got; ” Hemû kar ne li ser meye, divê geştiyar jî hest bi berpirsyartiyê bikin ji bo parastin û paqijiya seyrangehan.”

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist