Şikefta  Hezar Mêrd cihekî girîng ê dîrokî ye lê...

Şikefta dîrokî ya Hezar Mêrd li Silêmanî ciheke dîrokî û geştiyariye, lê hatiye paşguhxistin. Rêveberiya Şunwarên Silêmanî jî got; "Têkildarî şikeftê zanyariyên temam li ber destê me tuneye. Baweriya me bi wan herdu lêkolînên ku di sedsala borî de li ser şikeftê hatine kirin jî nayê. Ji bona wê me daxwaz ji du zanîngehên navnetewî kirine ku werin lêkolînek nû li ser şikeftê bikin."


 Şikefta Hezar Mêrd şikefteke mezin e, deriyek berfireh yê wê heye, lê kurahiya şikeftê kême. 13 km dikeve li başûrê rojavayê Silêmanî, dikeve tenişta çiyayê Berananewe. Piştî şikefta Şanedar di aliyê mezinahiyê ve wek şikefta duyemîn tê nasîn. Li tenişt şikefta Hezar Mêrd pênc şikeftên din ên biçûk hene ku dikevin rexê rast û çepê yê şikefta Hezar Mêrd. Deriyê van şikeftan ne firehe, mirov nikare bi hêsanî derbazî nava şikeftan bibe, lê kûrahiya van şikeftan zêdeye. Li xarê şikefta Hezar Mêrd gundek heye. Navê gund bi xwe jî Hezar Mêrd e. Niha li wî gundî tenê du mal mane.

Çima navê wê kirine Hezar Mêrd?

Nêrînên cûda li ser navê şikeftê hene, hinek dibêjin ji ber ku şikeftek mezine cihê hezar zilaman yanî mêran têde dike ji ber wê nav lê hatiye kirin. Hezar Mêrd û hinek nêrînên din jî yên cûda li ser tê gotin.

Yên lêkolîn li ser şikefta Hezar Mêrd kirine kîne?

Jina lêkolîner ya bi navê Garud (Anî Elîzalîb) lêkolîn li ser çaxên ji beriya zayînê li ser kiriye. Di sala 1928'an de ji Amerîka ji dibistanên cûda tîmek li gel Komeleya Bersî Sladen lêkolîn li ser şikefta Hezar Mêrd kirine. Ev lêkolîna di şikeftê de hatî kirin 18 rojan domandiye.

Li gorî lêkolînên hatin kirin encama wê bi ser sê qonaxên cûda yên şaristanyetê de hatin dabeşkirin.

Li gorî lêkolînên ku hatin kirin hinek kelûpelên di serdema derketina îslamê de têde hatin dîtin. Herwiha di şikeftê de 3 gor hatin dîtin, jivana gorek ya zarokek bû. Li gel her gorek de cerikek hatibû veşartin. Herwiha di goran de 3 parçeyên hesin hatin dîtin. Yek ji van parçeyên hesin serê tîran bû ku ji bo parastina xwe bi kardianîn. Herwiha du diravên hesin jî hatin dîtin ku yek ji wan yê serdema Bîzansiyane, yê din jî yê serdema Sasaniyane.

Ev kevirên ku hatine dîtin dîroka wana digihe ji beriya 30 ta 50 hezar sal ji beriya zayînê. Hinek jivan tiştên ku divê şikeftê de hatine dîtin, biheman şêweyê yên şikefta Şanedarin. Herwiha heman kevirên ku hatine dîtin di şikeftên Zewîte û şikefta Şekebe yên li Filistînê de jî heman kevirin.

Di sala 1926'an de jî ji aliyê Spayzer ve lêkolînek din hate kirin. Lê zanyariyên ku di vê lêkolînê de hatine kirin tunene û hatiye paşguhxistin.

Hezar Mêrd şunwarek dîrokiye lê giringî pê nayê dayîn

Tevî ku ev şikeft şunwarek dîrokî ye, lê dema geştiyar diçin deverê tu zanyariyek li ser şikeftê bidestê wan nakeve, tenê wek cihek ecêp tê li ber çavê wan.

Têkildarî nebûna tu zanyariyek ji bo rehbertiya turîstan jî Berdevkê Geştuguzara Silêmanî Aram Şiwanî ji Rojnews'ê re wiha got; "Yaku diviya bû Rêvebertiya Şunwarên Silêmanî bikira me kiriye. Me rehberek li ser dîrok û zanyariyên li ser şikeftê bi 8 zimanan bi ser geştiyar û balefirxaneyan belav kirine. Zanyariyên ku me dane jî xwe dispêrin lêkolînên Garud."

Li ser heman mijarê Rêveberiya Şunwarên Silêmanî Kemal Reşîd jî axivî û eşkere kir ku tu zanyariyek temam li ber destê wan de tuneye heya bikarin rehberek ji bo geştiyaran çêkin û wiha pêde çû; "Ji bona wê me peywendî li gel zanîngehên Şikago û zanîngeha Lîverpol a Brîtanî kiriye ji bo ku werin lêkolîn li ser şikeftê bikin. Tê payîn ku di çend salên pêşiya me de ev herdu zanîngeh tîmek pispor bişînin. Ji bo lêkolînek nû bikin."

 Ji bilî nebûna zanyariyan li ser şikeftê, rêya gihiştina şikeftê jî hîna axe û gelek nexweşe. Herwiha jîngeha wê jî ji aliyê hinek welatiyan ve nayê parastin. Di hindirê şikeftê de gelek nivîsên bê serûber li ser keviran hatine nivîsin û paşmayek zêde yê geştiyaran têde heye.

(şk)