Sûlava Kanî Best bi bedewbûna xwe balê dikişîne

Sûlava Kanî Best bi bilindbûn û bedewbûna xwe bala geştiyaran dikêşîne. Sûlav 111 mertreyan bilind e û hestek taybet dide geştiyarên ku cara yekem dibînin.


Sûlava Kanî Best dikeva herêma Balakayetî û ava berfê ya çiyayên Kuxe û Şêx Nasir di sûlavê de ber bi gundê Welze diherike. Di aliyê rojhilat de 8 kîlometreyan ji herêma Qesrê ya herêma Balekateyî ya ser bi Hewlêrê dûre. Sûlava herî bilind a Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Wêneyê sûlavê li ser 50 hezar dînarê Iraqê jî hatiye danîn.

Cihê ku sûlav lê heye, xwedî xwezayek bedewe, lê geştiyariya Herêma Kurdistanê girîngî pê nedaye.

Geştiyarên ku serdan dikin, di riyên zehmet re xwe digihînin sûlavê. Cihên ku lê rûnin jî asê ye û sînordare.

Avhewaya herêmê hênike û hezar û 700 metre ji asta deryayê bilinde. Ava sûlavê di demsala havînê de kêm dibe. Lê, girîngiya cihê wê kêm nabe. Ji ber ku bala geştiyaran û çiyageran dikişîne.

Vê sûlavê ji derveyî belavbûna dayî herêmê, li ser ava sûlavê çandinî tê kirin û xwediyên zeviyan daxwazê ji hikûmetê dikin ku di warê kêşana xetên ceyranê û çêkirina riyan de alîkariya wan bikin ku sûd jê bigirin û cihê mayînê ji wan re çêbikin.

Ji derveyî demsala zivistanê, di demsalên din de geştiyarên Ereb, Kurd û biyanî serdana sûlavê dikin.  Di demsala zivistanê de çiyager li sûlavê re hewa dikevin. Ji ber ku avê wê diqerise.

Rêbwar Qadir geştiyarekî Kurd e û serdana Kanî Bestê kiriye, ji ber xemsariya hikûmetê ya li beramberî herêmên geştiyariyê nîgerane û diyar kir ku xwezaya Kurdistanê li cîhanê biheştekî bêhempa ye û got ku nekarîne girîngiyê bidin cihên wiha.

Bextiyar Hemed Emîn li gundê Welze xwedî milke ji ber ku li herêmê xizmetguzarî nekariye kirin gazindan dike û got ku ji bo xizmet nehatiye kirin ku bibe herêmek geştiyarî û hikûmet jî bi vê rê dahatekê bi dest bixe.

Li Herêma Kurdistanê bi sedan sûlavên bedew hene, lê ji aliyê geştiyariya Herêma Kurdistanê ve ti nexweşek ji bo nehatiye çêkirin ku geştiyar bikarin serdan bikin û werin naskirin.

 

(ab)