‘Tenê ji nîvê zewiyên herêmê sûd tê girtin’

Başûrê Kurdistanê ku xwedî zêdetirî 6 mîlyon donim zewiyên çandiniyê ye jî bi tenê ji nîvê wan sûd tê girtin. Mamosteyê Jîngehê Doktor Salih Necîb got, “Heke mirov ji zewiyên çandiniyê yên herêmê sûd bigire û li wan zewiyan berhemên çandiniyê biçîne, dê bihêle pêdiviyên navxweyî zêde bibin û rê li ber anîna ji derve bê girtin.”


Li gor Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, 6 mîlyon û 619 hezar û 19 donim zewiyên çandiniyê li herêmê hene. Ji wan zewiyên bi hemû mercên xwe çandinî û cotkariya herî baş a cîhanê dikarê bê kirin bi tenê ji nîvê wan sûd tê girtin.   

Mamosteyê Zanista Jîngehê ya Koleja Çandinyê ya Zanîngeha Silêmaniyê Doktor Salih Necîb têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî.

Doktor Salih Necîb diyar kir ku xak û avhewaya Herêma Kurdistanê ji bo her cure berhemên fêkî û sebzeyan guncaw e û di mijara çandiniyê de xak û av ne sedema kêmûkurtiyan e.

Doktor Salih Necîb diyar kir, welatên cîran her tim di nav plana wêrankirina çandiniya herêmê de ne û got, “Lewma berhemên cotkariyê nikarin li ser piyên xwe bisekinin û cotkar ji xaka xwe qut kirin. Kîmyabaran û bomberdûmana li ser çandiniya herêmê, dîsa topbaran û bomberdûmana Tirkiye û Îranê beşek ji wê planê ne.”

Salih Necîb wiha dewam kir: “Hikûmeta herêmê cotkar ji zewiyan qut kir. Bi piranî pêşmerge, polîs û karmendî pêş xist. Ev jî faktoreke sereke ye ya bidawîbûna beşa çandiniyê ye. Heke mirov ji zewiyên çandiniyê yên herêmê sûd bigire û li wan zewiyan berhemên çandiniyê biçîne, dê bihêle pêdiviyên navxweyî zêde bibin û rê li ber anîna ji derve bê girtin.”

(yş)