Tevgara Azadî: Divê ji bo asûdeya ruhê Qazî Mihemed tifaq were parastin

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) eşkere kir ku  ji dilsoziya Qazî Mihemed ezmûnê werdigirin û ragihand ku ji bo asudeya ruhê Azadî û tevahiya şehîdên Kurdistanê divê hêzên siyasî tifaqa di nava mala Kurd de biparêzin û ji pirsgirêk û aloziyên hundirin durkevin.


 Serokê Komara Kurdistanê ya Mihabadê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên xwe di 31’ê Adara 1947’an de li Qada Çarçira ya Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) bi boneya 73’yemîn salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî peyamek weşand.

Peyama Tevgara Azadî wiha ye; “Ji berî 74 salan Komara Kurdistanê hate ragihandin. Piştî qurbaniyek zêde li Kurdistanê hate dayîn, di encamê de gelê me bi pêşengiya Qazî Mihemed ew destkeftiya mezin bi dest xist. Her çiqas komarê temenek kêm hebû, lê bandoriya wê li ser bilindkirina menewiyate giştî ya Kurdistanê hebû.

Piştî lihevkirina Îranê û welatên hegemon, mixabin cîhanê  pişta xwe da Komara Kurdistanê û doza gelê Kurd. Piştî rûxîna Komarê, pêşengê komarê Qazî Mihemed û Sedir Qazî di 31’ê Adara 1947’an de li Qada Çarçira hatin darvekirin.

Em ezmûnê ji dilsoziya Qazî Mihemed digirin û di heman demê de eger kemûkurtiyek di Komarê de hebe, em ji xwe re bingeh digirin. Lê, ji hemûyan girîngtir ewe ku vê waneyê fêrî me dike ku girêdanbûyîna bi welatên biyanî û têkdana nava mala Kurd karasatek mezin li pişt xwe de tîne.

Ji bo asûdeya Qazî û tevahiya şehîdên Kurdistanê divê, hêzên siyasî yên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê tifaqa mala Kurd biparêz in û ji  pirsgirêk û aloziyên navxweyî dûr bin.”

(ab)