Tevgera Azadî paketên alîkariyê dide malbatên xizan

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) bi riya kampanyekê alîkariyê digihîne malbatên xizan. Heta niha 50 malbatan jê sûd girtine.


Li Silêmaniyê Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) ev 4 roje kampanya alîkariyê ji bo malbatên hejmar û xizan daye destpê kirin ku ji ber vîrûsa korona ji karên xwe yên rojane jî bûne.

Kampanya Tevgera Azadî ji xurek û pêwîstiyên rojane pêk tê. Heta niha destê alîkariyê dirêjî 50 malbatan hatiye kirin.

Hevserokê Tevgara Azadî yê herêma Silêmaniyê Azad Omer têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got;”Di vê rewşê de me bi erka xwe dît ku dest bi kampanyayê bikin. Ji bo vê aramcê jî me ji kesên xêrxaz û mirovdost alîkarî komkir û em digihînin malên pêwîstiyên wan pê heye. Di nava van çend rojan de gelek kesan peywendî bi re kiriye û daxwaza alîkariyê kirine. Alîkariya me jî tiştên sereke yên pewîstiyên rojane. Lê, alîkariya ku heta niha gihîştiye destê me li gorî xwestek û pêwîstiyê nîne.”

 Hevserokê Tevgara Azadî yê herêma Silêmaniyê Azad Omer bang li her kesên xêrxwaz kir ku alîkariyê pêşkêş bikin û ragihand ku wê alîkariya wan a ji bo kesên xizan berdewam bike.

 

(ab)