Tivirên gundê Tepetoleke bi nav û deng in

Şemî, 14 Berfanbar 2019 – 08:00  HERÊM QADIR/ROJNEWS

Tivirên gundê Tepetoleke bi nav û deng in

Dema tiviran e û li gundê Tepetoleke yê girêdayî Şarezor ku bi tivirên xwe tê naskirin, karê sereke yê çandiniyê tivir in.


Li gundê Tepetoleke yê girêdayî navçeya Şarezor welatî herî zêde tiviran diçînin. Me jî di sibeheke sar de serdana vî gundî, cotkar û karkerên di nav baxçeyan de kir.

Cotkarên bi salane tovên tiviran ji berhemên xwe digirin, di meha Tebaxê de zewiyên xwe amade dikin û meha Îlonê tovan diçinînin. Cotkar diyar dikin ku heke di meha Tebaxê de tovan biçînin wê tehma tiviran ne xweş be, lewma meha piştî Tebaxê diçînin. Di meha Kanûnê de jî yekem berhemên xwe hildigirin û dibin bazaran.

Cotkarê bi navê Ehmed Fetah yê îsal li 10 donim zewî tivir çandine û di mijara heqê xwe derxe de bi fikar e diyar kir ku ji bo komkirin û amadekarina barek tivir 5 karker dixebitin û paşê wan tiviran dişînin Silêmaniyê û herêmên din.

Cotkarê bi navê Rizgar Ehmed jî anî ziman ku xaka Şarezor ji bo çandinina tiviran guncaw e û anî ziman ku gundiyên Tepetoleke piranî çandiniya tiviran dikin.

Li gundê Tepetoleke 70 mal hene û salane nêzî li 70 donim zewî tivir tên çandin.

Li gund her wiha, bacanên sor, fasûlî û baqle jî tên çandin.

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist