Vîrûsa Koronayê bandor li komkirin û bazara kerengan jî kir

Kereng yek ji xwarinên nebatî yên Kurdewarî ye. Bi hatina demsala biharê û Newrozê re kereng weke nebateke demsalê bi awayekî xwezayî li çiyayan derdikevin. Piştî komkirina wan bi şêwazên curbicur xwarinên kerengan ên bi tam û xweş tên çêkirin. Lê belê îsal nexweşiya vîrûsa Koronayê tesîr li ser komkirina vê berhema xwarinê jî kir.


Kereng biharan hê zêdetir li qadên şax û çiyayan derdikeve. Gelek sal in welatiyên li van herêman dijîn di vê demsalê de derdikevin çiyayan û dest bi komkirina kerengan dikin. Hinek welatî kerengên kom dikin ku ji bo xwe xwarina vediqetînin, ên din jî tînin li bazarên bajaran difiroşin.

Kereng tevî tama xwe ji bo tenduristiya mirov jî gelekî bi feyde ye. Nebateke ku mirov ji pençeşêrê diparêze, kolestrola xwînê dadixe, her wiha ji bo dil û hwd. gelek nexweşiyan baş e. Kereng ku bi gelek awayan tê çêkirin, dema bi ard û hêkan di rûn de tê sorkirin jî jêre ‘kereng masî” tê gotin. Her wiha bi xavî jî tê xwarin.

Kereng herî zêde ji aliyê jinên li gundên çiyayî ve tên komkirin. Hinek kes kerengan ji bo debara malbata xwe kom dikin û difiroşin, hinek kes jî ji bo xwarina xwe kom dikin. Lê belê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê ku bazar hatine girtin û çûnûhatin qedexe ye îsal pir kêm tên firotin.

Her çiqasî kereng li nav her erzaziyê çêdibin jî, dema baran tê û erazî şîn bê, kereng jî ew qasî xweşik, mezin û xweş çêdibin.

Dîsa çêbûna kerengan li gor herêman jî diguhere. Mînak li herêma Germiyan kereng beriya Newrozê bi mehekê derdikevin. Li herêma Kiwêstan jî 15 rojan beriya agirê Newrozê şîn dibin.

Jina bi navê Hena Şewket a yek ji jinên çûne çiyayên li sînorê navçeya Seyidsadiq a Silêmanî da ku kerengan kom bikin, diyar kir ji saet 07.00’ê sibê ya 15.00’ê piştî nîvro diçin kerengan.

Hena diyar kir ku tenê ji bo xwarina xwe kerengan kom dike û ji van kerengan gelek cureyên xwarinê çêdike. Hena axaftina xwe wiha domand: “Kerengên îsal pir baş in, em bi awayê kelandinê, sorkirin û kereng masî ji bo xwarinê amade dikin. Kereng ji bo xwarinê pir xweş û bi tam in.”

Arezû Ebdulrehman jî bal kişand niha dema kerengan e û got, “Kereng nebateke ku tenê di demsalekê de derdikeve. Xwarineke pir cuda û xweş e. Dema mirov bi agir jî dikelîne tama wê xweştir dike.“

Arezû diyar kir îsal ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê çûnûhatin qedexe ye, gel kêmtir kerengan kom dike û difiroşe.

(yş)