Wê li Germiyan li dijî dagirkeriyê çalakî werin kirin

Pênçşem, 10 Kewçêr 2019 – 18:40  KELAR/ROJNEWS

Wê li Germiyan li dijî dagirkeriyê çalakî werin kirin

Eniya Nîştimanî ya li dijî dagirkeriyê li Germiyan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê civiyan. Di civînê de biryar hate girtin ku li herêma Germiyanê li dijî dagirkeriya Tirk wê dest bi çalakiyan bikin.


Di saetên êvarê de li baregeha Hizba Zehmetkêşên Kurdistan a li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê Eniya Niştîmanî ya li dijî dagirkeriyê ji bo lidarxistina çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Suriye civiyan.

Di civînê de biryar hate girtin ku sibe di saet 16:00’an de li Parka Leyla Qasim a li nava navçeya Kelarê meşek girseyî li dijî dagirkeriya Tirk were lidarxistin. Her wiha biryar hate girtin ku di rojên pêşde ji bo piştgiriya gelên Rojavayê Kurdistanê ewê çalakiyên cûda cûda lidarbixin.

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist