Wê li Hewlêrê 50 hezar gulên qedîfe werin çandin

Wê li Hewlêrê di nava 3 rojan de 50 hezar gulên qedîfe ku li Hewlêrê şitlê wan hatine şandin li cihên giştî werin çandin.


Li Hewlêrê îro pêngava sê rojî ya çandina gulan ji aliyê Rêveberiya Endazyarî ya Parkan ve destpê kir.

Wê di pêngavê de 50 hezar gulên qedîfe ku li Hewlêrê şitlê wan hatine çandin, werin çandin.

Wê îro li Cadeya Bijîşkan, çerxerêya Safî, li pêşiya Tablo Mol, dadeya 30 metreyî û 60 metreyî, cadeya Zagros, li ber Serokatiya Şaredariyê û Cadeya Şoreş werin çandin.

Wê sibe û dusibe li çend cihên cuda werin çandin.

Hêjayî gotinê ye ku di meha Sibatê de jî 100 hezar gul li Hewlêrê hatibûn çandin.

(ab)