Welatiyan xwest rayedar girîngiyê bidin Çiyayê Hesen Beg

Yekşem, 19 Jan 2020 – 08:01  SORAN/ROJNEWS

Welatiyan xwest rayedar girîngiyê bidin Çiyayê Hesen Beg

Bi barîna berfê re bi hezaran geştyar berê xwe dan Çiyayê Hesen Beg, welatiyan jî diyar kirin ku herêm ji bo geştyariya zivistanê guncaw e û divê rayedar girîngiyê bidinê


Çiyayê Hesen Beg ê bilind û bedew li herêmeke xwezaya wê xweş, 2 hezar û 533 metreyan ji deryayê bilind e. Çiyayê Hesen Beg 22 kîlometreyan dikeve bakurê rojhilatê navçeya Soran a girêdayî Hewlêr û dikeve navbera herêma Biradost û Balekayetî.

Biharan geştyarên biyanî û xwecihî ji bo ber bi çiyayê Hesen Beg ve hilkişin ku tên herêmê, zivistanan bi barîna berfê re hejmara geştyaran zêde dibe. Bi hezaran kesên zivistanan tên herêmê, ji bo xweşikiya xwezayê ya ber bi berfirê hatiye xemilandin bibînin û van kêliyan bêmirin bikin wêneyan dikişînin û dîmenan digirin. Bi taybet jî xwendekarên zanîngeh û peymangehan pol pol berê xwe didin Çiyayê Hesen Beg.

Rêya diçe çiyê xerab e

Ji ber zehmetiyên rê welatî nikarin bi hêsanî hilkişin lûtkeya Çiyayê Hesen Beg. Li gel vê ku rêyeke hê ji dema rejîma Baas ve hatiye çêkirin heye jî ji ber beşek zêde ya rê xera bûye otomobîlên biçûk di berfê de nikarin di wê rêyê de biçin. Lewma gelek kes ji dîtina vê xweşikiya efsûnî ya li Çiyayê Hesen Beg bêpar dimînin.

‘Divê hikûmet bi xwe xizmetê bike’

Welatiyê bi navê Rehîm Kerîm ê ji navenda Soran bi malbata xwe re hat Çiyayê Hesen Beg têkildarî mijarê got, “Pêwîst e hikûmeta herêmê rêya herêmê ji bo geştyaran çêbike. Weke tê behskirin divê Çiyayê Hesen Beg dewrî sektora taybet neyê kirin. Ji ber wê demê wê gel zêde neyê. Divê xizmeta li herêmê hikûmet bi xwe bike.”

‘Dikarin geştûguzariyê bikin çavkaniyeke dahatê’

Welatiya bi navê Şeyda Cadir jî ku bi malbata xwe re weke geştyar li Çiyayê Hesen Beg bû wiha axivî, “Divê hikûmet zêdetir girîngiyê bide herêmê û geştûguzariyê bike çavkaniyeke dahatê.”

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist