Welatiyên bajarokê Rizgarî ji ber danîna  burcên telefonan bi fikarin

Kompanya AsiaCell li bajarokê Rizgarî yê ser bi navçeya Kelarê burcek a şebeka telefonan daniye. Welatiyên taxê ji danîna vê burcê bi fikarin, welatiyan diyar kir ku wê ev burc bandoriyek nerênî li ser tendirûstiya wan çêke. Pisporek jî eşkere kir ku ev burcên şebekê metirsiyê li ser tendirûstiya mirovan çêdikin.


Welatiyên li taxa  Germiyan a bajarokê Rizarî ya ser bi navçeya Kelarê ji ber danîna burcek a şebekeya telefonan li ser yek ji malên li taxê ku ji aliyê Kompanya AsiaCell ve hatiye bicihkirin, bifikarin. Welatiyan diyarkirin ku ev burcên şebekê metirsî li ser tendirûstiya wan çêdikin û dibin sedem nexweşiyên metirsîdar belav bibin.

Welatiyê taxa Germiyanî yê binavê Luqman Ehmed diyar kir ku yek ji welatiyên heman taxê bêy ku bi fikire ziyan nede welatiyên din ên taxê, burcek ya şebekê ya kompanya AsiaCell li ser serbanê mala xwe daniye. Luqman Ehmed got; "Em vê yekê wekî karek xirab û metirsîdar li ser tendirûstiya xwe, jîngeha xwe û taxa xwe dibînin. Me li dijî danîna vê burcê îmze komkirine û radestî rêveberiya bajêr kiriye. Me gilî tomar kiriye."

Têkildarî mijarê Rêvebira bajarok Sirwe Mihemed got; "Rûniştvanên taxa Germiyan li dijî danîna burcek ya kompanya AsiaCell gilî tomar kirine û pêşkêşî me kirine, emjî wê daxwaziya welatiyan pêşkêşî îdareya Germiyanê bikin. Ji bo ew jî vê daxwazê ji Navenda Poste û Geyandina Kelarê re ragihînin. Piştre jî wê biryar were dayîn ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê."

Têkildarî ziyanên burcên geyandinê li ser tendirûstiya mirov û jîngehê jî, Mamostayê Zanîngeha Germiyan û Pisporê Jîngeh û Çavkaniyên Avê Ebdulmutelîb Rifet ev tişt gotin; "Ev burc dibin sedemê qirêjbûna jîngehê. Weke qirêjiya eleketromanyetîk (electromagnetic pollution) tê binavkirin. Bandorek gelek xirab li ser jîngeh û tendirûstiya mirov û zindiyan çêdikin."

Ebdulmutelîb Rifet di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku ev cûre qirêjî nayê dîtin û hest pê nayê kirin, ji ber ku bi awayê pêlên magnetîzmê ye û wiha domand; "Li welatên pêşkeftî têkildarî ziyanên van burcên şebekên telefon û înternetan lêkolîn hatine kirin û di encama lêkolînan de derketiye ku dibin sedemê qirêjbûna jîngeha li derdora mirovan û herwiha bandorek zêde li ser tendirûstiya mirov û zindiyên din dide çêkirin."

Herî dawî jî Ebdulmutelîb Rifet got; "Dema ku bi rêjeyek zêde ev tîrêjên elektromanyetîk li mirovan xistin, dibin sedemê lewaziya laş, mirov hest bi bêzariyê dike û serê mirov di êşe. Li aliyê din dibe sedemê zarok bi nexweşiya penceşêrê bikevin. Herî zêde jî dibin sedemê penceşêra xwînê."

(şk)