‘Xurek û madeyên dema wan bihurî ji bo jîngehê metirsiyeke mezin e’

Yekşem, 15 Berfanbar 2019 – 08:07  HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS

‘Xurek û madeyên dema wan bihurî ji bo jîngehê metirsiyeke mezin e’

Hat diyarkirin ku xurek û madeyên dema wan bihurî yên serobero diavêjin derdorê ji bo jîngehê metirsiyeke mezin çêdike.


Li hinek deverên navçeya Kelar a girêdayî îdareya Germiyan mirov rastî madeyên xurek û alavên dema wan bihurî ye yên serobero li derdorê hatine avêtin rast tê. Hat diyarkirin ev xurek û madeyên dema wan bihurî yên diavêjin eraziyê ji bo jîngehê metirsiyeke mezin e.

Têkildarî mijarê Pisporê Rêveberiya Jîngehê û Çavkaniyên Avê û Mamosteyê Zanîngeha Germiyan Doktor Ebdulmutelîb Refet ji Rojnews re axivî.

Doktor Ebdulmutelîb Refet got, “Rojane bi awayekî zêde xurek û madeyên dema wan bihurî diavêjin cihê giştî, zewiyên çandiniyê, qeraxên robar û golan. Vê hiştiye ku dîmenê wan deveran bi temamî têk biçe û bibe sedema qirejiyeke dîtbariyê. Her wiha ew made ji bo jîngehê metirsiyeke mezin e.”

‘Av û ax têk diçe’

Doktor Ebdulmutelîb Refet anî ziman ku ev madeyên xurek û hinek madeyên jehrî dibe sedema ax têk biçe û wiha dewam kir, “Van madeyan hinek caran diavêjin dolên ku av di wan de kom dibe. Ev made paşê bi ava baranê re tevlî robar û golan dibin. Ev jî dihêle ku kalîteya ava li ser zewiyan têk biçe.”

‘Dibe sedema kanserê’

Ebdulmutelîb Refet di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev made di heman demê de çavkaniyeke ku dihêle di axê de gazên jehrî rû bidin, dibin sedema qirêjiya hewayê û nexweşiyên weke kanserê jî.

Doktor Ebdulmutelîb Refet di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di vê mijarê de hikûmet xemsar e û got, “Ji ber heta niha bi armanca tenduristiya welatiyan û parastina bedewiya xwezayê ji bo hemû cure madeyên dema wan bihurî kargehek çênekiriye. Divê hikûmet rê li her cure binpêkirinên bi vî rengî bigire, eger wer neke bêguman wê jîngeha Kurdistanê ber bi xerabiyê ve biçe û tenduristiya welatiyan jî wê bikeve tehlûkeyê.”

 

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist