Xwarina lawirên zindî ji aliyê pêşmergeyan ve nerazîbûna jina bi xwere anî

Sêşem, 18 Feb 2020 – 08:00  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Xwarina lawirên zindî ji aliyê pêşmergeyan ve nerazîbûna jina bi xwere anî

Pêşmergeyên Hêza 80’ê di rojên derbasbûyî de di dema perwerdê de lawirên zindî yên wek Mar û kêvroşk li ber kamerayan xwarin. Jinan dan diyarkirin ev yek karek dirindeyane ye, bi vê perwerdê jin fêrî şerê bi xwezayê re dikin. Rêxistinên jîngehparêz jî daxwaz ji Wezareta Pêşmerge dikin demildest dawî li van kiryaran bînin.


https://youtu.be/o-m_mq3S8XQ”>

Roja 13’ê Sibatê hinek wêneyên jinên pêşmerge yên di nava Hêza 80’ê ya ser bi Wezareta Pêşmerge de hatin belavkirin. Di wêneyan de jinên ku perwerda leşkerî temam kirin, lawirên kûvî yên wek mar û kêvroşk bi zindî xwarin. Her çendî ku ev wêne bi armanca ku wêrekiya pêşmergeyan nîşan bidin hate belavkirin, lê bi xwere nerazîbûnek mezin a welatî û saziyên jîngehparêz anî.

‘Belavkirina wêneyan biçukxistina jina ye’

Jina bi navê Gelawêj Hisên da diyarkirin dema wê ev dîmen dîtine pir pê xemgîn bûye û got: “Jin helgirê hemû pênaseyek ciwan ên jiyanê ne. Ji bona wê diviya bû li şûna xwarina lawirên zindî, mînakek ciwan ya xebata xwe nîşan daban.”

Gelawêj Hisên diyarkir ev cûrê perwerdê û belavkirina wêneyan biçukxistina jina ye, ne jêhatina jina ye. Gelawêj xebata şervanên jin ên Rojavayê Kurdistanê jî wek mînakek ciwan a qehremantiya jina Kurd binav kir û got: “Dikarin sûdê ji wê ezmûna şervanên jin ên Rojava wergirin.”

‘Jin fêrê şerê bi xwezayê re dikin’

Mamosta û Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Wijdan Nuredîn jî da zanîn mirov dikare bêy ku ziyanê bi zindî, xweza û derdora xwe bigihîne, jêhatina xwe nîşan bide.

Wijdan Nuredîn got: “Xwarina lawiran di dema perwerda leşkerî de ne karek mirovdostaneye. Diviya bû wan jinan vê yekê nepejirandiba. Ji berku hertim jin wek jîngehparêz hatiye naskirin. Li gel nûbûna jîngehê de jin jî xwe nû dikin.”

Her wiha Wijdan Nuredîn bang li Wezareta Pêşmerge kir ku ev kiryarên bi vî rengî di nava perwerda leşkerî de bide sekinandin. Nuredîn got bi vê perwerdê jin fêrê şerê bi xwezayê re dikin û rûyê rastîn a jinan xera dike.”

Herî zêde jî rêxistinên jîngehparêz li hemberê van kiryaran nerazîbûn nîşan dan.

‘Mirov hêz ji bo parastina jîngehê bikartîne’

Berpirsa Peywendiyên Rêxistina Sirûşta Kurdistanê Terîfe Elî, li ser heman mijarê axivî û got: “Mirov hêza ku heye ji bo parastina jîngehê bikartîne, ne ji bo kuştina lawiran bikartîne bi behaneya ku di demên zehmet de xwe biparêze.”

Di dewama axaftina xwe de Terîfe Elî got divê heskirin û nîştimanperwerî fêrê pêşmergeyan were kirin ne dirindahî were fêrkirin. Elî belavkirina van dîmenan jî ji bo civakê wek metirsî binav kir û da diyarkirin ev dibin mînaka şîdetê di nava civakê de.

Têkildarê hewildanên rêxistinên jîngehparêz ên ji bo pêşîgirtina van cûrên perwerdê jî Terîfe Elî got: “Rêxistina me li gel rêxistinên din ên jîngehparêziyê daxwaznameyek ji bo vê hêzê û Wezareta Pêşmerge dişînin ji bo dawî li van cûre perwerdane bînin.”

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist