Xwezaya çiyayên Qendîl û Karox

Her yek ji rêzeçiyayên Qendîl û Karox dikevin sînorê di navbera parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê de. Beşek ji rêzeçiyayên Qendîl ser bi qezaya Pişdere ya ser bi îdareya Raperîn e û beşek jî ser bi qezaya Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye.


Rêzeçiyayê Karox jî beşek li ser qezaya Rewandize û beşê din jî ser bi navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê ye. Salane li zozanên wan gelek befir dibare. Di demsala biharê de gelek dîmenên xweşik dide. Tevahiya salê berf  li lûtkeyên  çiyayên Karox û Qendîl dimîne û berfa sala nû li ser dibare.

(ab)