Zêdebûna madeyên pilastîk metirsiyê dixe ser jîngeha herêmê

În, 26 Tîrmeh 2019 – 07:25  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Zêdebûna madeyên pilastîk metirsiyê dixe ser jîngeha herêmê

Rêxistinên Jîngehê diyar dikin ku li Herêma Kurdistanê zêdetirî 30 milyon betlên pilastîk hene û ev yek jî metirsiyek mezin li ser jîngeha Herêma Kurdistanê dide çêkirin. Herçendî ku berpirsên herêmê jî çend biryarek li ser kêmkirina bikaranîna madeyên pilastîk derxistibin jî, lê dinava 28 salan de tû pilanek stratejik nehatiye danîn ji bo paşmayên pilastîkî û çop bi awayek baş were tûnekirin.


Li gel zêdebûna şêniyan xwesteka li ser bikaranîna madeyên cûr bi cûr jî zêde dibin. Yek ji van madeyên ku herî zêde têne bikaranîn jî madeyên pilastîkin. Di jiyana me ya rojane de her take kesek madeyek pilastîk bikartîne. Ev yekjî ziyanek mezin ji bo jîngeh û jiyana takekesî peyda dike.

https://www.youtube.com/watch?v=dBXrhaUPgR0″>

Li gorî lêkolînan, li Herêma Kurdistanê her kesek rojane yek kilo û 200 giram paşmayî diavêje. Ev paşmayî ji nîvî zêdetir jî madeyên pilastîkin. Ev yekjî du qatî rêjeya sitandart a cîhanê ye. Temenê madeyên pilastîk jî 450 sale, heya ku ew madeya pilastîk dihele û têkelî nava axê dibe.

Madeyên pilastîk metirsiyek wisan mezin li ser jîngeha cîhanê çêkiriye ku Yekitiya Ewropa hewildide di parlamentoyê de bi biryarek bikaranîna madeyên pilastîkî qedexe bike. Tê payîn ku piştî lihevkirin û derxistina yasayan di sala 2021’an û şûnde qedexekirina madeyên pilastîk bikeve meriyetê.

Li Herêma Kurdistanê jî madeyên pilastîkî metirsiyek mezin xistine ser jîngeha herêmê. Li gorî rêxistinên jîngehê diyar dikin, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 30 milyon betlên pilastîkî hene. Gendeliya îdarî yek ji sedemên sereke ye ku dinava 28 salên borî de hikûmetê nekariye kargehek ji bo dubare vegerandina van madeyên pilastîkî çêke û ev madeyên pilastîkê dubare werin bikaranîn. Jinava çar parêzgehên Herêma Kurdistanê tenê li parêzgeha Dihokê du navendên bijartina madeyên pilastîkî jinava çopê hatine avakirin, ev kargeh jî ne mezinin û bi qasî pêwîste nikarin karbikin.

Jîngehparêz û Berpirsa Peywendiyên Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Tirîfe Elî qala ziyanên madeyên pilastîkî li ser jîngeha Herêma Kurdistanê kir û got; “Yek ji sedemên sereke ya belavbûna madeyên pilastîkî  dinava jîngehê de ewe ku piraniya madeyên ku ji derve têne Herêma Kurdistanê dinavde rêjeyek zêde ya madeyên pilastîkî heye. Ev madeyên pilastîkî jî jîngehê qirêj dike û dibe sedem ku metirsî li ser tendirûstiya mirovan jî çêke.”

Di dewama axaftina xwe de Tirîfe Elî got ku wana heya niha li ser vê mijarê du piroje pêşkêşî hikûmeta Herêmê kirine, lê heya niha hikûmetê bersîva wana nedaye. Tirîfe Elî got; “Ev ne mijareke ku tenê divê rêxistinên jîngehê li ser rawestin, di heman demê de divê hikûmet jî rolê xwe bilîze,bi taybetî Desteya Rêveber a Jîngehê divê pilanek yanjî proje yasayek pêşkêşê hikûmetê bikin ji bo bikarin pêşî li kêmkirina hatina ji derve ya madeyên pilastîk bigrin. Herwiha pêwîste paşmaye ji hevdû bêne cûdakirin ku heya niha karek cidî li ser vê yekê nekirine.”

Rayedarên hikûmetê vê yekê naveşêrin û diyar dikin ku madeyên pilastîkî bûne metirsî li ser jîngeha herêmê. Li ser vê yekê Berpirsê Ragihandina Navenda Jîngehê ya Silêmanî Subhan Hisên got; “Mijara madeyên pilastîk li Herêma Kurdistanê bûye pirsgirêkek mezin, bi taybetî dema agir pê dikeve bêhna wana bandorek nerênî çêdike. Mixabin piraniya tiştên ji derve tên jimara jihevcûdakirinê li ser tüneye, ji bo were zanîn wê carek din bikaribin wê tiştê bikarbînin yan ne. Ji bona wê kes nizane ev tişt ji çi madeyek pêkhatine. Berpirsê yekem yê vê yekê jî desteya kontrolkirina kalîteyê ye, ku ta radeyek bi başî rêgirî lê nakin. Herwiha hikûmet jî heya niha karek ji bo vê yekê nekiriye.”

Subhan Hisên diyar kir ku li Tancerû ya li Silêmanî çend kargehek biçûk hene madeyên pilastîk ji welatiyan dikirin, lê ew kargeh ji wan madeyan tu berhemek dernaxin, tenê hûr dikin dişinin ji derve, yanjî hinek kargeh hene tenê bi wan madeyan sitlên axê û boriyên pilastîk jê çêdikin.

Di çend rojên derbazbûyî de aliyên hikûmî çend biryarek ji bo kêmkirina bikaranîna madeyên pilastîk derxist. Di biryara nû de Qeymeqamiya Silêmanî biryar da divê kompanyên paqijî û veguhestina çopê, xwediyên xwaringehan girêdayî biryara ji hev cûdakirina madeyên pilastîk li gel madeyên xurakê bimînin.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist