Zerfên naylon li giştî nanpêjxaneyên herêmê qedexe dibe

Zerfên naylon ku metirsî ji bo tendûristiya mirov û jîngehê çêdike, hêdî hêdî li gelek welatan tê qedexekirin. Di vê çarçoveyê de piştî biryara qeymeqamtiya Silêmanî ya qedexekirina zerfên naylon li parêzgeha Silêmanî, hikûmeta Herêmê biryar da ku li giştî nanpêjxaneyên hêrêmê qedexe bibe.


Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê Helo Eskerî, ji ber zerfên naylon dibe sedema pêşxistina nexweşiya pençeşêrê,  bi daxwaznameyeke fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku zerfên naylon li nanpêjxaneyan were qedexe kirin û li şûna wê jî zerfên kaxezî bên bikaranîn.

Eskerî dazanîn ku hikûmet jî bersiva daxwaza wan daye û daxwaza me erê kiriye ku zerfên naylon li seranserê nanpêjxaneyên herêmê bê qedexe kirin.

Eskerî diyar kir ku biryar ji Wezareta Navxweyî ya Herêmê re hatiye şandin ku ew hemû parêzgehên herêmê di derbarê biryarê de agahdar bikin.

Qeymeqamtiya Silêmanî li nanpêjxaneyan bikaranîna zerfên naylon qedexe kiriye. Lê pir kêm nanpêjxane derbasê sîstema nû bûne. Ji ber şîrketên ku zerfên kaxezî çêdikin li herêmê kême zerfên kaxezî li gorî yên naylon buhatire, ji ber vê sedemê nanpêjxane dibêjin, ew nikarin bi vê bûhayê bikirin. Her wiha ji ber amadekarî û binesaziya vê sîstema nû hatiye kirin, herçend biryar hatibe girtin, jî hîn ev biryar bi temamî neketiye meriyetê.

Eskerî têkildarî dîroka pratîk kirina vê biryarê li parêzgeha Duhok û Hewlêrê de ti zanyariyek parve nekiriye.

(bz)