Zînî Wertê bi xweşikiya xwe bûye meskenê geştyaran

Sêşem, 17 Berfanbar 2019 – 08:30  WERTÊ/ROJNEWS

Zînî Wertê bi xweşikiya xwe bûye meskenê geştyaran

Bi xwezaya xwe ya bedew û berfa spî ya lê bariye Zînî Wertê bûye herêmeke girîng a geştyariyê. Rojane bi sedan geştyar serdana Zînî Wertê dikin.


https://youtu.be/VC0k2eMm0yQ”>

Çiyayê Zînî Wertê yê girêdayî bajaroka Wertê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ye, di heman demê de Hewlêr û Silêmaniyê bi hevdu girê dide. Ev herêma bi xwezaya xwe ya hêja û bedew bi berfa lê bariye ku hê xweşiktir bûye, ji bo geştyaran bûye mesken.

Geştyarên ji bajar û navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê digihêjin Zînî Wertê bi govend û stranan dixwazin bibin hevparê wê xweşikbûne bêterîf.

Xwendekara Zanîngeha Koyê Firîşte Mistefa ya yek ji wan geştyaran e bi hevalên xwe yên di heman polê de hatiye Zînî Wertê diyar kir ku ew ji dîmenê herêmê û berfa wê kêfxweş dibe û tamê jê werdigire.

Welatiyê ji Ranya Îbrahîm Hesen ê geştyar lê kom bûne li Zînî Wertê baqleyan difiroşe. Îbrahîm ji kar û qezenca xwe kêfxweş e.

Silêman Hesen ê ji Pişde û Bitwênê hatiye Zînî Wertê jî bi dengê xwe yê xweş ciwan li dora xwe kom kirine. Silêman bi stranên xwe dilê ciwanan xweş dike.

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist