‘Ziyanek mezin gihişt cotyarên Şengalê’

Şemî, 22 Pûşper 2019 – 15:57  ŞENGAL/ROJNEWS

‘Ziyanek mezin gihişt cotyarên Şengalê’

Duh li komelgeha Guhbel ya Şengalê agir bi zeviyê cotyaran ket û ziyanek mezin gihişt dexilûdanê cotyaran. Xwediyê zevî diyarkir ku ev agir ne tenê ji ber bûyerên teknîkî pêktên, ev yek dijminahiye.


Duh li Komelgeha Guhber ya ser bi Şengalê agir bi dexil û danê cotyaran ket. Bi giştî zêdetirî 750 donum zevî şewitî.

Cotyarê bi navê Emer Ecac ku xwediyê zeviye ji RojNews re axivî û got; “Duh piştî nîvro agir bi zeviyê min ket. Şaredarî ji bo ku agir vemirîne bi hewara me hat. Di encamê de rêjeyek mezin zevî şewitî. Duh ji bo ku agir bi diraseya genim ket, bûyer pêkhat. Lê heya niha bi hezaran donum zevî li Şengalê şewitiye. Em bawer nakin sedem tenê bûyerên teknîkî be. Ev karek dijminahiye.”

Rêveberê çandiniya li nehya Sinunê Berekat îsa jî got ku tenê li nehya Sinûnê îsal 1 hezar û 425 donum zevî şewitiye û wiha pêde çû; “Ev cara çaremîne li nehya Sinunê şewat derdikeve. Zererek mezin gihiştiye cotyaran, me şewata duh li Guhbel jî derketî lêkolîn kir. Li wir jî 750 donum zevî şewitiye. Em bûyeran lêkolîn dikin û raporan amade dikin.”  

Îsa di derbarê biryara parlamentoya Iraqê ya di debarê tazmînat dayîna cotyaran de jî got; “Heya niha ji aliyê Iraqê ve tu pêngavek tazmînat dayînê nehatiye avêtin.”

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist