HEVPEYVÎN

Hemû Nûçe

  • Kamyar Sabîr: Yekîtiya nîştimanî dikare ji bo mijarên stratejîk pêk were 

     Nivîskar û lêkolîner Kamyar Sabîr diyar kir ku ji bo mijarên stratrejîk aliyên siyasî dikarin yekîtiyek nîştimanî pêk bînin û got; "Herî kêm nokeriyê ji bo dagirkeriyê dagirkeran nekin." Herwiha diyar kir ku Ocalan dixwaze neteweya demokratîk pêk bîne ku hemû neteweyên din di nava xwe de bigire.
  • Gulpî: Pêdiviya Başûr bi sîstema Rojavayê Kurdistanê heye 

    Çavdêrê siyasî Dr. Fayiq Gulpî diyar kir ku ji ber desthilata malbatî û xweferzkirina hizban xelkê Başûrê Kurdistan bêhêvî bûye. Gulpî destnîşan kir ku pêwîstiya gel bi guherînê heye û got; "Hêviya xelkê bi sîstema Rojavayê Kurdistanê heye û dixwaze ev sîstem derbasî Başûrê Kurdistanê jî bibe."
  • 'Li gorî pîvanên mafê mirovan nêzîkatî bi Ocalan re nayên kirin' 

    Endamê Parlamentoya Ewropayê Arne Gericke got: "Em dibînin ku Ocalan di girtîgeha take kesî de dimîne û li gorî pîvanên mafê mirov û peymana Cenewre nêzîkatî pêre nayên kirin, ev yek di heman demê de binpêkirina mafên Ewropayê ye."
  • Mubarek: Hizbên Başûr berjewendiyên malbatî li ser yên netewî re digirin 

    Ebdullah Kiwêxa Mubarek ku kesayetekî diyar ê Başûrê Kurdistanê ye, diyar kir ku dewleta Tirk destê xwe xistiye qirika Başûrê Kurdistanê û dagirkeriyeke pir alî li herêmê pêk tîne û partiyên Başûr jî ji ber berjewendiyên xwe yên malbatî çav jêre digirin. Mubarek pêkanîna kongreya netewî weke yek ji karên zarûrî yên Kurdan destnîşan kir û daxwaza li darxistina kongreya netewî kir.
  • Yunis Berhem: Karê me yê sereke vegerendina Efrînê ye 

    Endamê Komîteya Dîplomasî ya Hevbeş a Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Yunis Behram  eşkere kir ku di karên peywendiyan de karê wan ê sereke vegerandina Efrînê ye. Herwiha DAIŞ'iyên li gel Kurdan dîlgirtine ji bo karê dîplomasî weke dereftekî zêrîn bi nav kir.
  • Şêx Hawrê:  Pêwîste şêx ji bo neteweya xwe kar bikin 

    Rêberê Bizotnewey Heqe Şêx Hawrê Kake Heme bal kişandin ku Kurd bi rewşa xwe ya perçeyî nikarin bigihîjin armanca xwe, lewre pêwîste teqez kongreya yekîtiya netewî were pêkanîn. Kake Heme destnîşan kir ku şêxên vê demê ji erka xwe ya rasteqîn dûr ketine û got divê ji bo azadiya neteweya xwe kar bikin.
  • Serokê Eşîra Caf: Wê tenê bi yekitiya netewî pirsgirêkên me çareser bibin 

    Serokê Eşîreta Caf Mehmûd Kiwêxa Simaîlî Telan, diyar kir ku Kurd tenê bi rêya yekitiya netewî dikarin  bigihin armancên xwe û got: "Çend carekî hewildan ji bo avakirina yekitî û yekrêziya nava aliyên siyasî yên Kurd de hatiye dayîn."
  • Ji Şanaz Îbrahîm têkildarî hilbijartin, tecrîd û yekîtiyê nirxandinên girîng 

    Berpirsa Karên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê anî ziman û got: “Serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinê de wê bibe bersiveke herî baş ji bo şerxwazan. Min dixwest li wir derî bi derî bigeriyama û daxwaz ji herkesek bikira ku dengê xwe bidin HDP’ê.” Şanaz Îbrahîm têkildarî êrîşên li ser Kurdan û yekîtiya netewî jî got:  “Kurdan li Kobanê yekîtî û hêza xwe nîşanî cîhanê da. Tenê carekî jî be divê em yekbûna xwe nîşanî bidin ku em dikarin li dijî hemû dagirkeran bisekinin.” Şanaz Îbrahîm pişgtiriya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê jî anîn ziman û bêdengiya partiyên siyasî, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê rexne kir.
  • Dr. Merîwan: Serkeftina QSD’ê serkeftinek mezin e 

    Nivîskar û rexnegirê siyasî Dr. Merîwan Wirya Qanih serkeftina oparasyona dawîlêanîna xelîfeta çeteyên DAIŞ'ê ya ji aliyê şervanên QSD'ê ve weke serkeftinekî mezin bi nav kir. Qanih destnîşan kir ku ezmûna Rojavayê Kurdistanê gelekî girînge, lê gelek dijminên wê jî hene.
  • Mihemedê Hacî Mehmûd: Tecrîdkirina Ocalan hemû gavan dirawestîne 

     Sekreterê Hizba Sosyalîs Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girînge û got; "Ocalan berpirsê doza Kurd e. Tecrîdkirina Wî hemû gavan dirawestîne." Mehmûd eşkere kir ku girînge li ser hesabên Kurdan lihevkirina nekin.
  • ‘Pêwîste rewşenbîr ji bo yekîtiyê zextê çêbikin’ 

    Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî diyar kir ku divê rewşenbîr li ser serê desthilatê zextekê çêbikin û ji bo nêzîkbûna hev a partiyên siyasî û yekîtiya netewî rolek girîng bilîzin.
  • Pisporê Qanûnê Dr. Felah: Wê temenê hikûmeta nû dirêj nebe 

    Pisporê Qanûnê û Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Felah Mistefa diyar kir ku tiştên ku 27 sale desthilatiya Herêma Kurdistanê nekariye ji bo gel bike, rêveberiya Rojavayê Kurdistanê di demeke kurt de kariye bike û got, “Partiyên Başûrê Kurdistanê biqasî berjewendiyên xwe difikirin, gel nafikirin. Ji ber vê hikûmeta nû wê lawaz be û temenê wê jî dirêj nebe.”
  • Perwîn Hesen: Encamên hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya netewî hene 

    Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Perwîn Hesen got ku armanca hewldanên KNK’ê pêkanîna yekîtiya netewî û nêzîk bûnek berçav a aliyên Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye. Perwîn da zanîn ku serkeftina gelê Kurd tenê bi yekîtiyê gengaze.
  • Berwarî: Madeya serhildêrên Şeladizê dane girtin hikûmetê sûcdar dike 

    Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr.Kamûran Berwarî bibîr xist 18 çalakvanên ku piştî serhildana Şeladizê hatibûn binçavkirin, bi madeya 156 a Yasa Ceza ya Iraqê tên tawanbarkirin û ev made têkildarî anîna hêzên biyanî û sîxuriyê ye. Berwarî bal kişand ku ger li gorî madeyê be, hikûmet bi xwe sûcdare û got: "Herêma Kurdistan ber bi navendekî leşkerî ve diçe."
  • Dr. Hemexerîb: Yekbûna gel heye, pêdivî bi yekbûna siyasî heye  

    Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Hiqûqnas Dixtor Tehsîn Hemexerîb, da zanîn ku gelê Kurd di warê nirx, exlaq û çandê de yekgirtî ye, lê hêzên siyasî yên Kurd yek nînin û got: “Ger ku Kurd nebin yek, wekî hemû derfetan, wê ev derfet jî, ji dest biçe.”
  • Dr. Elî: Ger Kurd nebin yek wê ev derfet jî biçe 

    Mamostayê beşa Dîrokê ya Zanîngeha Silêmaniyê Dixtor Aram Elî bal kişand ku Kurdan derfetek pir mezin bidest xistiye ku bigihîjin azadiya xwe, lê ger ku li ser esasê berjewendiyên netewî nebin yek, dê ev derfet jî ji dest biçe û sed salên din winda bikin.
  • Berdevkê YNK’ê bersiva pirsên Rojnews’ê da 

    Berdevkê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre got ku ji ber danûstandinên dinavbera hizban, pirsgirêka hilbijartina serokkomarê Iraqê û Kerkûkê heya niha Hikumeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Ehmed diyarkir ku ew dixwazin hikumetek bi hêz pêkbê. Pîre pirsa derbarê bûyerên dawî yên li Silêmanî rûdan ne bersivand.  
  • Dr. Keywan Azad: Hêzên Kurd nebin yek jî bila nêzî hev bibin 

    Dîroknas û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Keywan Azad bibîr xist ku Kurdan di hemû qonaxên dîrokê de berdêla ne yekbûnê bi awayekî giran daye û hert bin ketine. Azad bal kişand ku di rewşa niha de Kurd bi firsendên dîrokî yên serkeftinê re rû bi rû ne, lê ger ku yekîtiya netewî nebe, çend nifştên din jî van serkeftinan nabînin. Azad rexne li partî û rêxistinên Kurdan kirin û got: “Ger ku nebin yek jî, bila nêzî hev bibin”.  
  • Silêman Ereb: Berxwedanek mezin li pêşiya Kurdane 

    Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê got ku êrîşên Erodogan yên li ser Rojhilatê Firatê, ne tenê li ser partiyek yan jî Kurdane. Li ser statuya gelê Kurd û sîstema demokratîk ya herêmê ye. Herwiha got ku ew di van qonaxên siyasî de nirxê demokratîkbûnê di parêzin. Nûnerê PYD’ê ê Başûrê Kurdistanê diyarkir ku li pêşiya gelê Kurd berxwedanek mezin heye.
  • ‘Yekîtî û çareserî bi têgihîştina fikrên Ocalan gengaz e’ 

    Nivîskar û Rewşenbîr Hawjîn Mela Emîn bal kişand ku qeyrana li Rojhilata Navîn û pirsgirêka yekîtiya Kurdan ancax bi fikra “Netewa Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare pêk were, lê ji bo vê yekê pêdivî bi perwerdeya ji bo têgihîştina li ser vê fikrê heye.
  • Mehmud Reza: Barê hikûmeta nû giran e 

    Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê Mehmud Reza bibîr xist ku li pêşiya Hikûmeta Adil Ebdulmehdî pirsgirêkên kûr ên wekî aborî, av, bêkarî, xizmetguzarî, ceyran û tendûristî hene, lewma bicîhanîna bernameya hikûmetê wê gelekî zehmet be. Reza bal kişand ku hêzên Kurd jî perçeyî ne, lewma di çareseriya pirsgirêkan de rola wan dê lawaz be.
  • Herbo: Ji bo tifaqa Şengalê gavên girîng tên avêtin 

    Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbo eşkere kir ku niha ji bo Tifiqa Şengelê û Êzidîxanê gavên girîng tên avêtin û got; "Îdara berê ya Şengalê hewldan carek din  desthilatiya xwe li ser Şengalê ferz bikin, lê gel li  hemberî wan derket û rê nedan desrbas bibin."
  • ‘Divê gelê Kurd neyê lîstikên li ser Îran û Rojhilat’ 

    Endamê KNK’ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Seîd Saidî diyar kir ku Amerîka hewl dide bi vê dorpêçê nerazîbûna gelên Îranê li dijî rejîmê sor bike û vêya jî bike wesîleya guhertina rejîma Wîlayetî Feqîh. Seidî dazanîn ku divê Kurd neyên lîstokên ti dewlet û aliyan û xwe ji bo guhertinên cidî yên li herêmê jî amade bikin.
  • Şîlan Şakir: Emê projeya xwe pêşkêşê aliyên siyasî jî bikin 

    Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir diyar kir ku di çarçoveya pêngava yekem ya bi cih anîna projeya çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê de ewê serdana aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û rêxistinan bikin û dazanîn ku ev tenê reşnivîseke, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê bi şêweyeke demokratîk û got, “Em bawer dikin ku wê ev proje di heman demê de bibe wesîleyek ji bo aliyên Kurd nêzî hev bibin.”
  • ‘Dijminên Kurd çawa dibin yek, divê Kurd jî bibin yek’ 

    Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku dijminên Kurd li hember destkeftiyên gelê Kurd dibin yek, divê hêzên Kurd jî bi heman şêweyî li dijî wan bibin yek û got, “Tirkiye li Sûriye jî li Iraqê jî li dijî Herêma Kurdistanê ye. Îran û Tirkiye pêşî li pêkhatina kongreya netewî digirin. Lê ji bo Kurd li dijî dijminan bihêz bibin divê kongreya netewî pêk bînin û li çar parçeyên Kurdistanê hevkarî bihevre bikin.”