Seroka Encûmena Rêveber a Enstîtûya Narîn, Nerîman Osman da zanîn sîstema desthilatdar a Herêma Kurdistanê bi hişmendiya zilamsalarî tê birêvebirin û destnîşankir ku ger çar kujerên jinan bi cezayên giran hatiban cezakirin, wê kesek din cesaret nekiriba jinan bikuje. Her wiha behsa paşguhkirina dîroka jina Kurd kir û da zanîn di enstîtûya wan de herî zêde giringiyê bi dîroka jinê didin.
Seroka Encûmena Rêveber a Enstîtûya Narîn Nerîman Osman, di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews’ê de balkişand ser rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê û xebatên Enstîtûya Narîn ku beşek ji karên wê ji bo nivîsandina dîroka jinan hatiye veqetandin.
– Bi awayek giştî, rewşa jinan a li Başûrê Kurdistanê çawaye?
‘Hişmendiya li beramberî jinan nehatiye guhertin’
Li gorî dema berê hinek pêşkeftin çêbûye, yasayên baş derketine, jin li navendên biryarê, parlemento, hikûmet û saziyên giring de cih digrin. Divê jin di nava malê de xwedî biryar be, xwedî aboriya serbixwe be, jinan hinek destkeft bidest xistine. Lê di hinek aliyên din de ti pêşkeftinek çênebûye, di warê hişmendiya li beramberî jinê de guhertin çênebûye. Zanyariyên welatiyan di derbarê yasa û mafên jinan de nine. Rêgeza li beramber nizane azadiya jinê çiye, alîgirên azadiya jinê di nava jinan de gelekin, lê ew rêje di nava zilaman de kême. Hinek berpirsên siyasî behsa azadiyê jinê dikin, lê rê bi hevjîna xwe nadin karê siyasî bikin.
– Tevlibûna jinan li gora pêwîste? Gelo bi rastî jin di navendên biryardayînê de hene, yan jî tenê şeklî ne?
Du aliyên vê yekê hene, jina di navendên biryardayînê de ger jêhatî be dikare biryaran bide û bicih bîne, lê ger ne jêhatîbe nikare tiştek bike. Yanî li ser kesayeta wê jinê dimîne. Ev yek ji bo zilam jî derbasdare. Jin di mijarên giring ên navbera partiyên siyasî û danûstandinên navbera welatên derve de ne xwedî biryarin. Di danûstandinan de hertim zilam têne dîtin. Lê ji bo danûstandinên navbera aliyên siyasî pêwîst dike ku jin jî hebin, ji berku yên herî zêde dibin qurbaniyên nakokiyên siyasî jin û zarokin. Hêvî dikim ku jin karibin ji bo axaftinê cesaret wergirin.
– Li gorî we jinan bi xwe karîne pêngav bi pêş de bavêjin ji bo bigihin wezîfeyên bilind, yan wekî tê gotin, hêsankarî ji wan re hatiye kirin?
‘Divê jin asta xwe ya rewşenbîrî û jêhatinê bilind bike’
Ger jin xwe pêşnexistibe, nikare bi zilamek re bikeve nava reqabetekê, niha hemû derfetek li ber dest hene, jin divê asta xwe ya rewşenbîrî û jêhatinê bilind bike. Divê bikare astengiyên li pêş xwe derbaske. Jiyana jinê ne hêsane û zehmete, di nava civakê de astengî jêre tê derxistin, berpirsyariya malê, xwedîkirina zarok, karkirina ji derve, siyaset kirin, tev erkên zehmetin. Ev tev dibin astengî ji bo jinek bikare xwe bi pêşxe.
– Yekgirtina jinan dikare astengiyan derbaske?
‘Tevî hemû cûdahiyan, lê hevbeşiyek a jinan heye’
Bê guman yekgirtin yanî bi hêzbûn û jêhatine, yekgirtin di hemû aliyan de gelek giringe. Tevî hemû cûdahî û îdeolojiyên cûda lê hevbeşiyek ya jinan heye. Parastina mafê jinan mijarek hevbeşe, di gelek aliyan de daxwazên jinan yeke û ji bo wê pêwîstî bi yekgirtina jinan heye.
– Çima jinên ku dibin berpirs, bi berdewam tên armanc girtin û li wan tên xistin?
‘Jin ne xwedî hêza leşkerî ne, xalên bi hêz li cem zilame’
Di şerên leşkerî de êrişê xala lewaz a civakê tê kirin, di vir de xala lewaz lêxistina jinê ye, nayê wê wateyê ku jin lewaze, belku xala lewaz a civakê ye. Jin ne xwediyê hêza leşkerî ne, xalên bi hêz li cem zilamin. Civak bi awayek yeksan li me temaşe nake, ji bona wê divê jin wan xalên bihêz ji bo xwe kom bike.
– Bîlançoya kuştin û xwekuştinên jinan her ku diçe zêdetir dibe, her roj nûçeya kuştin yan jî xwekuştinên jinan tê bihîstin, Çima?
‘Nebûna serweriya yasa û dadgehê ye’
Sedem civakek ne bi tendiruste, jinek dema ti rêyek çareseriyê jêre nema, serî li intiharbûnê dide, xwekuştin ne çareye, kujerên jinan nayên cezakirin. Ger yasa serwer be û çar kujerên jinan bi cezayên giran werin cezakirin, serî li sulhên eşîrî nedin, kesek cesaret nake jina bikuje. Yanî pirsgirêk nebûna serweriya yasa, dadgeh û hişmendiya eşîrtiyê ye.
– Lê gelek caran tê gotin ku baweriya welatiyan bi dadgehê nine, cihek nine ji bo parastinê, ji bona wê rêyek din tê hilbijartin?
‘Ger yasa hebe, çawan keçek 12 salî dikarin bidin zewicandin’
Di gelek aliyan de ger dewlet ne bihêzbe, wê gelek tişt rû bidin. Li welatên din ger gefa kuştinê li ser jinek hebe, polîs li ber derê mala wê nobedê digrin yan jî kesê gef xwarî tê girtin. Pêwîste dewlet parastinê bike. Lê li Herêma Kurdistanê ku hemû sîstema wê lewaze, hişmendiya nêrsalarî hêdî hêdî hakimyeta xwe çêdike. Paşverûtiya berê ya nava eşîrtiyê carek din zindî dibe, çandên baş jî di nava eşîrtiyê de hene, lê kuştinan jinan jî çandeke eşîrtiyê ye. Jina ku li Hewlêrê hat kuştin, hîn di temenê 12 salî de zewicandibûn. Ger yasa hebe çawan keçek 12 salî dikarin bidin zewicandin?
– Ji bo başkirina rewşê, çareserî çiye û çi pêşniyarek we heye?
Divê erk werin dabeş kirin, perwerde gelek xalên giring paşguh xistiye ku dikare di nava civakê de guhertinan çêke. Sîstema niha ya perwerdê tenê fêrkirine, ne perwredeye. Ji bona wê divê rola xwe bilîze. Divê ji bo saziyên mafên jinan budceyek zêdetir were dayîn ta bikarin hîn zêdetir derbasî nava civakê bibin. Pêwîste desthilata yasadanîn û dadgeh werin bi hêzkirin, saziyên asayîş û polîs karên cidî bikin. Divê kesên rêxweşker yanjî ji bo kuştina jinan pal didin, bi çavê tawanbar li wan were nêrîn.
– Çima we xwest hun dîroka jinê binivîsin?
Yek ji wan tiştên ku di pirtûkxaneyên Kurdî de kême û gelek giringî pê nehatiye dayîn, dîroka jina Kurd e. Di demekî de ku jina Kurd rolek mezin dîtiye û erkek giran li ser milê wê heye. Di piraniya pirtûkên Kurdî de behsa zilam û bihêzbûna wan dikin, gelek kêm behsa rola jinê tê kirin. Ger kesek biyanî bixwaze lêkolînê li ser dîroka jina Kurd bike, wê nikaribe zêde çavkaniyan bidestxe.
– Jinên ku we di pirtûka xwe de behsa wan kirine, kîne?
Hinek ji wan jinan ez bi xwe nasdikim, hinek jî welatî bi min didin nasandin, ji berku ev jin her yek di qadek cûda yên giring de cih girtine. Ked û qurbaniyek mezin a van jinan heye. Jinên ji her çar parçên Kurdistanê di nav de hene, hinek jinên Ereb ku di nava Kurdan de bûn û hinek jiwan jî pêşmerge bûn û gelek parastina mafên Kurdan kirine.
– Çima nivîskar û dîroknivîsên zilam zêde giringiyê bi nivîsandina dîroka jinê nadin?
Naxwazin dîroka jinê bibînin, di demarên zilamê herî pêşkeftî yê Kurd de jî hişmendiyek nêrsalarî heye. Xwe dike qehreman û yên din nabîne. Ev jî di demekî de ye ku gelek jinên qehreman hene û erkê van nivîskar û dîroknasane li ser dîroka wan binivîsin.
– Di pirtûka ‘Guldana jin’ de we hevpeyvîn li gel wan jinan de pêkaniye, gelo ew jin hemû dijîn?
Pirtûka Guldana jin pirtûka duweme, ya sêyem jî em ê çap bikin. Jinên ku min bi wan re hevpeyvîn kirine, piraniya wan dijîn. Projeyek me ya din heye, ew jî nivîsandina jinên ku ked dane û di ti pirtûkan de behsa wan nehatine kirin. Yan jî dîroka xwe ne nivîsandine.
– We çima di pirtûka xwe ya bi navê ‘Le ber terîfey mang, xewnekanî nîştimanman deçinî’ dîroka xwe nivîsandiye, hêviya we nebû ku kesek din dîroka we binivîse?
Ne bê hêvî bûm ku kesek behsa min nake. Ez yekem jin bûm min di Komeleya Rencderan de cih girt. Di gelek bîranînan de behsa min hatiye kirin. Lê mafê mine ku ez bîranînên xwe binivîsim. Ji berku herî zêde ez bi xwe dîroka xwe dizanin, jibona wê min giring dît ez bixwe binivîsim daku jinên din jî çav li min bikin.
– Karê we yê niha çiye?
Ti karekî min yê hizbî nemaye, di kongreya dawî ya YNK’ê de nehatim hilbijartin. Min biryar da neçim saziyên hizbî. Min biryar da ku wan karên ku heta niha nekarîme bikim, wana temam bikim. Nivîsandina dîroka jinê yek ji van karane. Divê enstîtûyê de gelek lêkolînên zanistî di warên cûda de dikin, bi taybetî jî dîroka jinê.
(Kş)