37 sal in êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê didome

Ev 37 salin dewleta Tirk hem bi hewayî hem jî bejahî êrîşê ser xaka Başûrê Kurdistanê dike. Di encama van êrîşan de bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî. Niha li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 20 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hene. Balefirên şer yên artêşa Tirk jî rojane herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.


Di 23'yê Gulana 1983'an de peymanek di navbera Tirkiye û Iraqê de hat îmze kirin. Naveroka vê peyamanê ji bilî aliyê aborî û neftê, têde qala wê yekê jî dihat kirin ku herdu dewlet dikarin sînorê hevdû bi kûrahiya 15 km derbaz bikin ji bo pêşî li êrîşên grubên çekdar (Tevgera Azadixwaz a Gelê Kurd) bigrin. Îro 37 sal bi ser vê peyamanê re derbaz dibe, lê hîna êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Êrîş bi sernektine

Piştî îmzekirina wê lihevkirinê dewleta Tirk di sala 1983'an de êrîş kir ser herêma Behdînan, ji wê demê heya niha ev êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistan didomin û herêmên sînor tên bombebaran kirin. Dewleta Tirk di salên 1992, 1995, 1997 û 2008'an de bi alîkariya sed hezaran leşker, bi dehan balafir û tank û topan êrîşên mezin û berfireh anîn ser xaka Başûrê Kurdistanê. Lê di van hemû êrîşan de ji aliyê gerîlayên tevgera azadîxwaz a gelê Kurd ve derbên giran xwarine û bi serneketine.

Di van sê salan de jî dewleta Tirk bênavber êrîşê herêma Bradost û Qendîlê dike. Di encama van êrîşan de bi sedan welatiyên sivîl yên ji Başûrê Kurdistanê bûne qurbanî û bi dehan gund hatine berdan.

Çawa lihevkirin dinavbera Iraq û Tirkiye de hat kirin?

Mamostayê Beşa Dîrok li Zanîngeha Silêmanî Dr. Hêriş Abdullah, têkildarî sedemê îmzekirina peymana sala 1983'an ya di navbera dewleta Iraq û Tirkiye de ji Rojnews'ê re axivî.

Dr. Hêriş Abdullah destnîşan kir ku ev lihevkirin zêdetirî xwe peywendiya wê bi rewşa hundirîn a Iraqê re hebû û wiha got; "Iraq di wê demê de di sînorên bejahî de rû bi rûyê astengiyan dihat, ji ber ku wê demê li gel Îranê di nava şerekî de bû. Herwiha di sînorên deryayî de jî keştiyên wê dibin metirsiya gefên Îranê de bûn. Ji bona wê li rêyek digeriya ku nefta xwe derxe ji dervey Iraqê. Dewleta Tirk wê demê dizanî ku gelek pêwîstiya Iraqê di wê dema şer de bi alîkariya Tirkiye heye, ji bona wê daxwazek pêşkêşî Iraqê kir ku ji bo peymannameyek binivîse."

'Tenê Tirkiye sûd ji vê peymanê dît'

Dr. Hêriş Abdullah di dewama axaftina xwe de diyar kir ku  tenê Tirkiye ji vê peyamanê sûd wergirt û wiha domand; "Tirkan di sala 1983 û salên dawî de sûd ji vê peymanê dîtin û bikaranîn. Lê dema ku di pêvajoya enfalê ya sala 1988'an de hikûmeta Iraqê xwest ku vê peymanê bikarbîne û li aliyê din yê sînor êrîşê ser Kurdan bike, dewleta Tirk destûr neda. Li vê derê mirov dikare bêje ku hikûmeta Iraqê piştî salên 1988'an û vir ve nekariye sûd ji vê peyamanê bibîne."

Piştî raperîna sala 1991'an ya Başûrê Kurdistanê pêkhat, dewleta Tirk ji wê valahiya leşkerî û siyasî ya li Herêma Kurdistanê sûd wergirt û bênavber serweriya xaka Başûrê Kurdistanê binpê kir. Bi berdewam leşkerên xwe anî ser xaka Başûrê Kurdistan û bi balafirên şer êrîşê ser xaka Başûrê Kurdistanê dikir.

Dr. Hêriş Abdullah, di dirêjahiya axaftina xwe de balkişand ser bandoriyên vê peymana di navbera Iraq û Tirkiye de ya li ser Herêma Kurdistanê çêbûyî û wiha got; "Ev peyman bandoriyek gelek xirab li ser Herêma Kurdistanê çêkir, serweriya Herêma Kurdistanê bi temamî lewaz xistiye. Wisan li vê herêmê kirye ku di jêr sihber û rehma aliyên siyasî û leşkerên Tirk da be. Ji bona wê ev peyman gelek xirab bû, ev peyman ne tenê ne di qazanca Herêma Kurdistanê de bû, di heman demê de ne di qazanca Iraqê de ji ye."

'Aliyek ji bo berjewendiyên xwe pêşwazî ji artêşa Tirk re dike'

Herwiha Dr. Hêriş Abdullah Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) bi pêşengtî kirina ji artêşa Tirk re sucdar kir û wiha pêdeçû; "Ji bona berjewendiyên hizbî, li Herêma Kurdistanê alîkariya artêşa Tirk tê kirin. Beşek ji aboriya van hêzan li welatên cîran heye, beşek ji hêza leşkerî û sîxurtî ya van hêzan ji derve ye, mana van hêzan peywendiya wan bi van hêzên ji derve re hene. Ji bona wê ev hêzên ji derve li beramber de xwestekên wan jî ji van hêzên Kurd heye."

Her çend ji beriya 37 salan hikûmeta Iraq û Tirkiye rê dane hevdû ji bo bikarin bi kurahiya 15 km têkevin nava sînorê hevdû, lê niha dewleta Tirk zêdetirî 30 km xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, baregehên leşkerî li ser xaka Başûrê Kurdistanê ava kiriye. Herwiha rojane bi balafir, tank û topan êrîşên xwe yên li ser herêmên sinorî berdewam dike û welatiyên sivîl dibin qurbanî. Li hemberî van êrîşan ne hikûmeta Iraq ji bo rawestandina êrîşan desthilata xwe bikartîne, ne jî li Herêma Kurdistanê dengekî bihêz yê nerazîbûnan çêdibe.

(şk)