Agir berdan dexlûdanê 2 gundên Kakeyiyan

Li Kerkûkê agir berdan zeviyên ceh û genimên du gundên Kakeyiyan û piranî şewitîn.


Şevê din  li gudên Zenqere û Elî Seray yên Daqûqa ser bi Kerkûkê ku rûniştvanên wan Kakeyîne, agir berdan zeviyên ceh û genim.

Demeke cotyarên herêmên hatine veqetandin di bin gefa çeteyên DAIŞ'ê û Erebên şoven de ne. Dexlûdanê Kurdan dişewitînin û gefa dagirkirina zeviyên wan dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê  şandeyeke lijneya çandiniyê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê du roj in li Bexdayê ye.

(ab)